• Thursday, 18 July 2024
logo

Li parêzgeha Ormiyê bajarê Bokanê di warê genim de yekem e

Li parêzgeha Ormiyê bajarê Bokanê di warê genim de yekem e
Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Bokanê di warê hasila genim de di rêza yekem de ye.

Rêveberê karûbarên çandinê yê parêzgeha Ormiyê Meqsûd Qurbanî ragihand, li Ormiyê 372 hezar donim zevî ji bona çandina genim hatiye terxankirin.

Meqsûd Qurbanî da zanîn, di parêzgehê de bajarê Bokanê di warê berhemanîna genim de di rêza yekem de ye û got, îsal li Bokanê 93 hezar ton genim bidest hatiye û bajarê Makûyê jî bi 3 hezar û 500 ton genim di rêza herî dawî ya parêzgehê de ye.

Rêveberê karûbarên çandinê yê Ormiyê anî ziman ku çinîn û dirûna genim mehekê beriya niha dest pêkiriye û got, tê pêşbînîkirin ku îsal 580 hezar ton genim li parêzgeha Ormiyê berhem were.

Rudaw
Top