2 xwendekarên Kurd li Hesekê û Helebê yekem bûn
Duh encamên ezmûnên xwendekarên pola 12han (bakaloriya) li seranserê Sûriyê hatin ragihandin.
li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li ser asta parêzgeha Hesekê, xwendekara Kurd Lîlav Mihemed Hac Elî ya xelkê Dirbêsiyê bi komkirina 285.7 dereceyan di beşa zanistî de pileya yekem bi dest xist.
Lîlav di pola 9ê de ya yekem bû li ser Sûriyê bi tevayî.
Herwiha li parêzgeha Helebê jî xwendekarê Kurd Rodî Elîxido bi komkirina 239.6 ji 240 dereceyan ango bi rêjeya 100% derçû û li ser asta parêzgeha Helebê di pileya yekemîn de hat.
Xwendekarê kurd Rodî Elîxido di pola 9an de jî bi rêjeya 100% derçûbû û pileya yekemîn li ser asta parêzgeha Helebê bidest xistibû.
Li gor sîstema xwendinê li Sûriyê, li gor piwanên bakaloriya xwendekar li zanîngehên Sûriyê yên fermî û yên taybet tên wergirtin.
Bi sedema şerê navxwe yê Sûriyê, xwendekarên kurd li her du herêmên Efrîn û Kobanî, ser bi parêzgeha Helebê ve rastî zehmetî û astengiyên girasn hatibûn, ji ber ku wezareta perwedeyê ya Sûriyê ew neçar kiribûn ku ezmûnên xwe li bajarê Helebê pêşkêş bikin.
Rudaw