Hestiyê zêde di laşê we de heye?
- Ligel mezinbûna temen û têkçûna movikan.
- Pêlavên teng û panîbilind ên jinan.
- Qelewî û her hokarek ku guşarê li ser paniyê bêhtir bike.
Nîşanên wê:
Hinek ji nexweşan hest bi ti nîşanê nakin. Dema hestiyê zêde pêçek, jeh û damaran azar û birîn dike, kul û awisan dibin û di encamê de azareke xurt peyda dibe, bi taybetî di paniyê û binê pê de.
Destnîşankirin:
Eger tu pêwîst bibînî û sûda wê ji ziyanê bêhtir be, bijîşk tîşka sînî berdide cihê êşê. Hin caran bijîşk guman dike hestiyê zêde nîşana nexweşiyeke din be. Di vî warî de pişkinîna taybet bi nexweşiyên cihê gumanê dinivîse.
Çareserî:
Eger nexweş bêzar neke, pêwîstiya xwediyê hestiyê zêde bi çareseriyê nîne û bi xwe çak dibe.
Daketina kêşeyê girîng e ji bo kêmkirina guşarê li ser hestî û serencam zûkirina çakbûnê ye.
Dermanê li dijî azarê û lêdana derziyên li dijî kulbûnê bo cihê azarê, alîkariya kêmkirina azarê dikin.
Eger hestiyê zêde nîşana nexweşiyeke din be, dawiya nexweşiya sereke ji têkbirina êşa hestiyê zêde girîngtir e.
Rudaw