Li gundekî Bedlîsê 5 sal e cixare nayê kişandin
Gundê Oglakli 30 kîlometre dûrî navçeya Hîzanê ye û nifûsa wê jî 280 kes in û heta 5 sal beriya niha li vî gundî hema bêje her kesî cixare dikşand. Ji rîspiyên gund Hecî Celal Gukltekîn û melayê gund Huseyîn Okur li gund kampanya destjêberdana cixareyê dan destpêkirin.
Gultekîn û Okur bi şev di serdanên xwe yên malan de û di xutbeyan de qala zirarên madî û manewî yên cixareyê kirin. Okur û Gultekîn xwe gihandin gelek kesan, ew razî kirin û di encama xebatên xwe de bûn wesîle ku dehan kes dest ji cixareyê berde. Li gund ev 5 sal in ku cixare nayê kişandin û xelkê gund gundê xwe wekî meydana hewayê ya bê dû îlan kirin. Gundî dixwazin ku Wezareta Tenduristiyê gundê wan wek 'gundê mînak' nîşan bide.
Di vê derbarê de Hecî Celal Gultekîn ji AA’yê re axifî û got: ‘‘Min 35 sal beriya niha cixare dikşand. Piştî ku min dest ji cixareyê berde ji bo ku ez ji gundiyan re bibim mînak min bi piştgiriya melayê gund kampanya destjêberdana cixareyê da destpêkirin.’‘
Gultekîn got, li gundê ku 280 kes lê dijîn 35 kesî cixare dikşandin û da zanîn ku di encama xebatên wan de her kesî di demeke kurt de dest ji cixareyê berdaye. Gultekîn wiha axifî: 'Diya min rojê du pakêt cixare dikişandin. Wê jî piştî ku 20 sal kişand dest ji cixareyê berda. Li gundê me jinên 90 salî yên ku 70 sal bûn cixare dikişandin hebûn. Wan jî dest ji cixareyê berdan.'
Gultekîn got ku gundê wan xebatateke cidî kiriye û ew dixwazin ev ji bo welêt bibe mînak û wiha pêde çû: 'Bila Wezareta Tenduristiyê gundê me wek 'gundê mînak' nîşan bide. Em bawer in ku dê gundê me di destjêberdana cixareyê de roleke girîng bilîze.'
Melayê gund Huseyîn Okur jî destnîşan kir ku ev 11 sal in li vî gundê melatiyê dike û ji 5 salan heta niha li gund tu kes cixarê nakşîne û got: 'Me xwest vê îleta ku zirarê dide hevwelatiyan, ji wan dûr bixin. Me ji bo vê yekê kampanya da destpêkirin û di xutbeyan de jî ji cemeatê re qala vê yekê kir. Li gundê me jin jî di nav de bi tevahî 35 kesan dest ji cixareyê berdan. Êdî li gundê me ne li mizgeftê, ne jî li malan cixare nayê kişandin. Em dixwazin gundê me bibe mînak.'
Hayriye Gultekîn a 85 salî jî da zanîn ku 35 salan cixare kişandiye û wiha axifî: 'Min di çarçoveya kampanya ku kurê min da destpêkirin de dest ji cixarê berda. Ez xwe niha ji berê baştir dibînim. Ez nafikirim ku ji niha û pê de cixarê bikşînim. Rewşa tenduristiya min jî gelekî baş e.'
Basnews