• Thursday, 18 July 2024
logo

Zilamek 60 sale xwe neşûştiye

Gulan Media January 8, 2014 Corane
Zilamek 60 sale xwe neşûştiye
Zilamekî Êranî temen 80 salî eve 60 sal dibe ku xwe neşûştiye û ziyana wî li ser xwarina leşê canderên mirarbuyî ye.

Li gor ew zanyariyên ku malpera Êrna a Êranî belav kiriye, ew zilam bi navê (Mam Hacî) tê naskirin û xelkê gundê (Dejgah)ê ku ser bi bajaroka Dehromî a ser bi qeza Feraşbendiye ya parêzgeha Farse ku dikeve başûrê Rojavayê Êranê.

Ew zilam li du cihan jiyana xwe derbas dike, a yekem xaniyeke ku tenê yek odeyekî biçûk ya tariye û xelkê navçeyê bi bilokan jêre dirust kiriyeû bi roj têde dimîne. Cihê duyem jî: Çalekî bi şêweyê gorê daye ku bi xwe kolaye û bi şev têde dixewê.

Her li gor zanyariyên ku li ser wî zelamî hatine belav kirin, xelkê wî gundî xwarin û vexwarinê jêre dibin lê belê ew zilam eve 60 sale xwe neşûştiye û qirêjû gemarê hemû bedena wî poşiye. Herî zêde jî goştê ajalên mirî yê mirdar û nîv biraştî dixwe û xwe ji xwarinên paqij û tenirust dûr dixe.

Tişta ecêb di wî zilamî de bi wî halê xwe jiyana xwe didomîne û temenê wî 80 saliye.

Xendan
Top