• Thursday, 18 July 2024
logo

‘Xaşxaşka Çînî’ dermanê êşa piştê!

Gulan Media January 6, 2014 Corane
‘Xaşxaşka Çînî’ dermanê êşa piştê!
Li gorî encamên lêkolînên pisporên Amerîkî, curek gîhayê bi navê “Xaşxaşka çînî” ji êşa piştê û hinek êşên giran re derman e.

Dema navê Çînê tê gotin gellek caran tiştên “sexte û kopîkirî” tê bîra mirov, lê ev yek di warê pijîşkî û çêkirina derzî û dermanan de zêde rast nîne, çimkî li gorî lêkolînên pisporên amerîkî li Zanîngeha Kalîforniyayê, gihayê bi navê Korîdalîs ku tenê li Çînê şîn dibe, ji gellek êşên giran mîna êşa piştê re derman e.

Kolîradîs li Çînê bi awayekî berfireh tê bikaranîn. Koka wê di nav sîrkê de dikelînin û bo êşên giran her wiha birînên ku kêm girtibe, bikar tê.

Ev giha ji malbata Xaşxaşkê ye û ji ber wêj î Dr. Davîs Seul jê re dibêje “xaşxaşka çînî”, helbet ev xaşxaşka mîna xaşxaşkên ku mirov bêhiş dibe, bandorek xirab li ser tenduristiya nexweş nake ji ber wê jî nexweş dikarin demek dirêj vî dermanî bikar bînin.

Li gorî lêkolînan derketiye holê ku ev giha 3 hezar salan berê ve li Çînê tê bikaranîn.

Rudaw
Top