Kanaleke HD bo zarokên Kurdistanî “Zaro Tv” vebû
Wezîrê rewşenbîr û lawan ê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd di peyvekê de got: ´´Eve çendîn sale em hewl didin kanalekî taybet bi zarokên Herêma Kurdistanê bête vekirin. Li dawiya hewlên me jî îro pexşa ezmûnî ya kanalê destpê dike.´´
Ji aliyê xwe ve birêvebirê giştîyê ragihandin û çap û rewşenbîrîyê li wezareta û birêvebirê kanala asmanîya (Zaro Tv)yê Helgurd Cundiyanî da zanîn, ku ew kanal bi kalîteya (HD) dest bi weşana xwe dike û di heman demê de bi zaravayên (Soranî û Kurmancî) programên xwe belav dike.
Helgurd Cundiyanî got: ´´Ev demeke me dest bi berhemhênana komek program kiriye ku tîma taybetî li herdu bajar (Sine û Amedê) heye û li Hewlêrê jî em berdewamin li ser amadekirina programan.´´
Cundiyanî di bareya garantîya man û berdewamîya kanala Zaro Tv de jî ragihand, ku dilsozîya karmendên Zaro Tv û piştîvanîya hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlemana Kurdistanê pêywîstin.
Zaro Tv kanaleke hikûmî ya taybet bi zarokaneû baregeha wê li bajarê Hewlêrê ye. Zaro Tv bo xizmetkirin bi Zarokên Kurdistanê hatiye damezrandin û niha jî li ser sîstema Dîcîtal bi şêweyeke ezmûnî (test) bernameyên xwe bo navxweyê (hundirê) Herêma Kurdistanê diweşîne û biryare di pêşerojeke nêzîk de li ser peykên (heyvên destkird) Hotbird, Nilesat û Turksat dest bi weşana bernameyên xwe bike.
Pêştir jî kanaleke dina Kurdî ya tabet bi weşana bernameyan bo zarokan bi navê ´Pêlîstank´ hatibû vekirin.