Xwendekarên Oxfordê fêrî Kurdî dibin
Mamosteya Zanîngeha Oxfordê Dr. Ozlem Galîp wiha axifî: 'Ciwanên têgihiştî û zana ji Kurdan derdikevin. Hem gelekî haya wan ji nasnameya wan a neteweyî heye, hem jî ya çandî. Bi Kurdî dixwînin û dinivîsin. Ev deh salên dawîn wêjeya Kurdî gelekî bi pêş ket û ev pêşketin hê jî bi hemû heybeta xwe berdewam dike.'
Ozlem Galîp pêvajoya destpêkirina dersa Kurdî ya bijarte li Zanîngeha Oxfordê ji AA’yê re nirxand û got: ‘‘Berê ji Beşa Ermeniyan a Zanîngeha Oxfordê min bi Prof. Dr. Theo M. Van Lînt re li ser romana Kurdî li Ermenistanê yên di dema Sowyetê de dest bi xebata post- doktorayê kir. Fikra ji bo dersa Kurdî ya bijarte serîlêdana rêvebiriya Zanîngeha Oxfordê jî di wê heyamê de derket holê.’‘
Ozlem Galîp diyar kir ku li Zanîngeha Oxfordê nebûna dersên Kurdî yên heta niha kêmasiyeke mezin bû û wiha axifî: ‘’Haya her kesê jî vê yekê hebû. Pîştî îlanê eleqeyeke mezin ji bo dersên Kurdî çêbû. Me di serî de texmîn nedikir dê eleqeya li ser Kurdî çawa be, lê eleqeyeke mezin ji bo Kurdî çêbû. Sala bê jî dê dersên Kurdî bên dayîn.’‘
'Pîraniya xwendekarên min biyanî ne'
Ozlem da zanîn ku pola hat vekirin bo wan biçûk bû û wiha pêde çû: ‘‘Di serî de İngiliz, piraniya xwendekarên min biyanî ne. Di nav xwendekaran de Hollendî, Amerîkî, Tirk û Ermenî jî hene. Komeke ji Tirkiyê yên ku li Oxfordê dijîn, ji bobikare bikeve dersan serî li zanîngehê da lê me qebûl nekir. Ji bo ders hilgirtinê şerta xwendekariya Oxfordê heye.’‘
Galîp diyar kir ku di nav xwendekarên wê de mamostayên zanîngehê jî hene, herwiha kesên dixwazin di pîşeyên xwe de pêş bikevin an jî tenê ji ber meraqê tên jî hene û wiha pêde çû: 'Min bihîst ku di gelek saziyên Kurd û Tirkan de hewl didin fêrî Kurdî bikbin. Em ji bo niha hefteyê carekê dersa Kurdî didin. Du hefte carekê jî rêza semînerên Xebatên Kurdî dikin. Me serdema borî ji bo Kurdan di beşên hiqûq, civaknasî, wêje û zanistên siyasî de semîner li dar xistin. Bi meha kanûna paşîn re em ê du hefte carekê roja fîlmên Kurdî li dar bixin. Em ê her hefte fîlmeke ji parçeyekî Kurdistanê pêşkeş bikin.'
Galîpê da xwiyakirin ku li Zanîngeha Oxfordê dayîna dersên Kurdî ji bo têgihiştina qîmeta Kurdî peyameke gelek xweş e û got: ‘‘Bi baweriya min di demeke kurt de gelek zanîngehên Ewropayê dê dest bi dana dersên Kurdî bikin. Lî Zanîngeha Oxfordê armanca me ya sereke ew e ku em pêşî dest bi xebatên post- doktorayê bikin, piştre jî beşa Xebatên Kurdî ava bikin. Ji bo vê yekê jî eleqeyeke gelekî mezin heye.’‘
'Wêjeya kurdî gelekî pêş dikeve'
Ozlem Galîp destnîşan kir ku wêjeya Kurdî piştî sala 2000’î gelekî bi pêş ket û wiha axifî: ‘‘Bandora kêmbûna qedexeyan û eleqeya cîwanan a li ser wêjeya Kurdî jî li ser vê yekê heye. Zêdebûna weşanxaneyên Kurdî yên ku navenda wan Stenbol û Diyarbekir in, ji bo wêjeya Kurdî geşedaneke mezin e. Çapkirina pirtûkan ji Ewropayê derbasî Kurdistan û Tirkiyê bû. Ciwanên têgihiştî û zana ji Kurdan derdikevin. Hem gelekî haya wan ji nasnameya wan a neteweyî heye hem jî ya çandî. Bi Kurdî dixwînin û dinivîsin. Ev deh salên dawîn wêjeya Kurdî gelekî bi pêş ket û ev pêşketin hê jî bi hemû heybeta xwe berdewam dike.'
Galîp vebûna beşên Kurdî yên li zanîngehên Tirkiyê jî nirxand û bal kişand perwerdeya bi zimanê dayîkê: 'Li Tirkiyê perwerdeya Kurdî ya li zanîngehan wekî pêngaveke erênî xuya dike lê ev pêngav, ji bo çareserkirina pirsgirêka perwerdeya zimanê dayîkê têr nake. Bi vî awayî Kurdî û wêjeya Kurdî dikeve bin tekela komeke diyar tenê. Ango dê hinek kes bikarin zimanê xwe bikarbînin lê piranî dê nikaribin zimanê xwe yê dayîkê bi kar bînin. Em ji zanîngehê zêtedir hewce ne ku Kurdî di dibistanan de bê fêrkirin. Zarokên Kurdan heta ku tên lîseyê zimanê xwe yê dayîkê ji bîr dikin. Dersa Kurdî ya li dibistan û dibistanên navîn ji dersên bijarte yên li zanîngehan çêtir e.'
Galîp pêvajoya perwerdeya xwe ya ku heta mamostatiya Oxfordê çû wiha vegot: 'Ez li Şirnexê hatim dinê, min di salên 1990’î de ji ber pevçûnên li herêmê bi malbata xwe re koçî Dîdîma navçeya Aydinê kir. Min di lîseya Anadoluyê de xwend lê ji ber ku em li herêmeke tûrîstîk dijiyan, ez di demeke gelek kurt de fêrî İngilizî bûm. Ji ber meraqa min a wêjeyê, min di beşa Wêje û Zimanê Îngilizî de xwend. Min piştî zanîngehê demekê li Mêrdînê mamostetî kir û di heman demê de di beşa Ziman û Wêjeya Îngilizî de lîsansa bilind kir. Ez di sala 2006’an de ji bo lîsansa bilind a duyemîn hatim Londonê. Pişt re min bûrsa doktorayê qezanç kir û li bajara Exetera Brîtanyayê bi cî bûm. Çend salan li wir jiyam û pişt re vegeriyam Londonê. Niha di navbera London û Oxfordê de diçim û têm.'
Basnews