• Monday, 25 November 2024
logo

Dawetek bi 80 milyon dolar hat lidarxistin

Gulan Media December 16, 2013 Corane
Dawetek bi 80 milyon dolar hat lidarxistin
Nûçeyên bal kêş li cîhanê bidawî nayê, berî çend rojan Rûdawê nûçeyeke derbarê qelenê keçeke Sûdanî belav kiribû ku biqasî 26 milyon dolar bû.

lê nûçeya bal kêş a îro derbarê lidarxistina dawetekê ye bi 80 milyon dolar.

Li gorî ku medyayên cîhanê de hatiye belav kirin, dewelemendekî Hindî bi navê Lakişmî Mîtla dawetek bi 80ê milyon dolar ji bi biraziya xwe Lakşîm li Barcelona sazkir.

Dawet 3ê rojan berdewam bû û têde tenê 500 kes amadebûn, herwiha 200 kes ji Hindistanê û Tayland ji bo amadekirina xwerina mêvanan hatibûn anîn.

Lakşîm proseya hevjîniyê digel Colrac Bîhil, ku fermanbereke banka Royal Bank of Scotland de, pêk anî.

Tê gotin ku ev cara yekeme ku li seranserê cîhanê dawetek bi 80 milyon dolar tê lidaristin.

Rudaw
Top