• Monday, 25 November 2024
logo

6 hezar ‘Baba Noel’ li Madrîdê bezîn

Gulan Media December 15, 2013 Corane
6 hezar ‘Baba Noel’ li Madrîdê bezîn
Li Madrîda paytexta Spanyayê, maratonek bi beşdariya 6 hezar kes, ku nîvê wan jin bûn, hat lidarxistin.


Tiştê bal kêş di vê maratonê de ew bû, ku her 6 hezar kesên beşdar kincên Baba Noel li xwe kirin, digel nêzîkbûna cejna sere slaê.


Ev maraton ji bo mebesta komkirina pereyan ji bo dezgeha Geşe ya taybet bi alikariya zarokên xwedan pêdiviyên taybet, hatibû lidarxistin.


Li gorî rênimayên ku ji aliyê organîzatorên maratonê ve hatibûn danîn, her beşdarbûyek dê 1 euroyê bide dema navê xwe tomar bike, wek alîkariyekî ji bo zarokên xwedan pêdiviyên taybet, û di himber de dê kincên Baba Noel bê pere wergirin.
ş

Maraton li nêzîkî yarîgeha Santiyago Bernabew a tîma Real Madrîd birêve çû, û beşdarbû 5.5 km bezîn.


Li gorî ku di medyayê de hat gotin, organîzatorên vê maratonê dixwazin sala bê 10 hezar kes beşdar bikin.


Rudaw
Top