• Thursday, 18 July 2024
logo

Fîşekek rêya buhiştê li cîhadiyan digrê

Fîşekek rêya buhiştê li cîhadiyan digrê
Kompaniyekî taybet bi dirustkirina çek û teqemeniyê, cura fîşekekê dirust dike ku rona Berazan pêveye û taybet bo wê yekê hatiye dirustkirin ku li kijan mislimanî bikeve buhiştê bi çavê xwe nabîne.

Li gor nûçeyeke rojnameya Daylî Mail ya Birîtanî, ew fîşek ji aliyê kompaniya (Saws Fork bo pêşesazî) ya Amerîkî ve tê dirust kirin û navê (Cihawg) li wê fîşekê nane ku bi duhnê Berazê hatiye rûpoş kirinê.

Li gor nûçeyê fîşeke Berazî wek mertaleke bergîriyê li dijî wan kesan bikar tên ku bi navê îslamê tundûtîjiyê dikin.

Kompanya (Saws Fork) weha şîrove dike ku her mislimanek ew fîşek lê bikeve êdî nikare here buhiştê , di vê derbarê de kompaniyê di beyannamekê de belav kiriye “Bi fîşekê (Cihawg) tu ne tenê cîhadiyekî dikujê belku tu wî dişîne dujehê (cehenemê). ” her weha ji ber ku di ola îslamê de goşta Beraz herame û misilmanan xwe ji xwarina wê parastiye….

Wê kompaniyê kesên tundrew agahdar kiriye ku pêş ku êriş bikin, bila wê fîşekê bînin bîra xwe çûnkî “Eger gelekî pêwîst bike ewê bergîriyê li xwe û hawîrdora xwe bikê.”

Xendan
Top