• Thursday, 18 July 2024
logo

Yekem Kenala Abûriya Kurdî di Nêzîk de Weşana Xwe Dike

Yekem Kenala Abûriya Kurdî di Nêzîk de Weşana Xwe Dike
Di pêşerojeke nêzîk de, yekem kenala Taybetmend di biwarê Abûriyê de, li Herêma Kurdistanê tê vekirin, Net Tv, dibe yekemîn ezmûna Midyaya Bînray Kurdî kû girîngiyê bide weberhênan, alogora bazirganî û serçaveyên sirûtiya Herêma Kurdistanê. Weha bînerên Kurd dê bi berdewamî agehdarî nûtirîn nuçe û guhartinên abûriyên Herêma Kurdistanê û gitşî herêmê bibin.

Sitafê rêvebirya Net Tv, ev nûçe bo ajansa Peyamnêr rêkiriye, têde dibêje: Siyaseta Kenalê li ser binemayên pêwestiyên abûriya Herêma Kurdistanê û Cîhanê dê kar were kirin, hemû zaniyarî û amarên xwe li ser yek ekran, bi rêya Net Tv dê bibe weke deriyekî ferehê bazirganî di navbera Kurdistan û welatên cîhanê de.

Ev kenala Abûrî, hemû nuçeyên xwe, dê peywendî bi karûbarên abûrî û bazirganî ve werin weşandin, wekî din dê berdewam 24 demjimêran şev û roj nirxê diravan û metalên nirxdar li ser ekranê xwe bi weşîne bo bîneran.
Top