• Thursday, 18 July 2024
logo

Îsot, Bîber: Xwînê rohn dike û êşê dibire

Îsot, Bîber: Xwînê rohn dike û êşê dibire
Îsot û bîbera sor û tûj (li hinek deveran jêre dikakanjî gîyayê germ jî dibêjin) 30- 100 cm bilind dibe. Hêşînhatek (nebatek) nîvdarî û nîv gîyayî ye û berbijor tîrane radibe. Belgên wê keskên giroverên rimane ne. Kulîlkên wê şeşpel, tacane û spî ne. Di nava wan kulîlkan de navikek û tozdanka dolkirinê (hevgehînê) heye. Ji wê navikê û kûlîlkê dikakek çêdibe û jêre dibêjin îsot an jî bîber.

30 cûreyên bîberan hene. 30 jî yên bîjî (pîç-melez ) ku ji tevlihevkirina bizir an jî bi ajne û tamkirinê hatine peydakirin hene. Lê babeta me li ser yên derman in. Ew jî di bingehîn de du cûre ne. Îsot (ya tahl) sor, kesk, esmer û pirteqalî, girover, rimane yan jî dirêj in û fêqîya wan serevraz (berbijor) e.

Bîbera tûj û sor jî fêqîya wê sernişîv (berbijêr) e. Ferqa mezinahîya wan jî ya tahl 1-3 cm berjor, ya tûj 3-7 cm berjêr mezin dibe. Di havîn û payîzan de tên berhevkirin, hişkkirin û hêran. Îsot û bîber tûj û sor jibo derman, melhem, tentûr, baharat û serzewat tê bikaranîn.

Welat û dîrok: Welatê wê Amerîka başûr e. Spanyolan bi xwe re anîne Ewropa . Ji wir jî belavî welatên tropîk û suptropîk bûye û di wan welatan de çandinîya wê tê kirin. Bi tenê li Hindistanê di salê de 250. 000 ton tên çandin. Li Kurdistana bakur bajarên, Mareş, Ruha, Adiyaman, Entab û hwd pir tên çandin û xwarin.

Têdahî: Madeyên tahl û tûj, Cabsaicîn, Nonen asît, Mentîl, Mentîloktasît, Dihidrokabsancin, Nordihîdro cabsancîn, Homodîhidro,Varîllyamît, Nonylasît, Carotînolîtên cûrbecûr, Zeaxanthîn, Rûnên sabit , Rûnên firek, Flafotînên curbecur, Pro vîtamîn A , vîtamîn B, C û hwd.

Ji Unîversîta Zûrîchê Beşê Tedawîyên Xweristî Prof. Dr. Reinhart Saller dibêje: “Di klinîkên cuda de, 6000 lêkolîn û ceribandin bi dermankirina bîbera tahl û tûj û melhema wan hatine kirin û encamên pir baş hatine bidestxistin. Hinek ji van nexweşîyan ev in: Bawîyên kabok û movikên edavgirtî û êşên wan. Êşên helîyana (mihyana) hestîyan û edavên wan. Êşên rehan û jîy an. Êşên nexweşên şekir yên ji jîy, rehan û hêrsbûnê tên. Êşên piştî emelîyata pistanan ( memikan) . Êşên piştî jêkirina dest, pêçî , ling , pî û êşên wan yên ji rehan û jîy’an tên û hwd”.

Bi tedawîkirina melhema bîberên tahl û tûj, di 5 kilînîkan de ceribandin li ser 314 kesên bawîbûyî hatîye kirin û derketîye holê ku ji % 50- 60 başbûn hatîye tesbîtkirin.

Lêkolînên di 6 klinîkên nexweşîyên şekir de, bi tedawîkirina melhema bîberên tahl û tûj ya li ser 355 kesan hatî kirin, êşên esebîbûn, jîy û rehan yên ji nexweşîya şekir tên encamên baş hatine bidestxistin.
John Prescott ê Awustiryayî di lêkolînên xwe de tesbît kiriye ku di bîbera tahl û tûj de madeya bi navê Capsaicin, hormonên dilşahîyê xurt dike û ew jî dibe sedema kêmbûna êşan û zêdebûna dilşahî, kêyfxweşî û rûkenîyê.

Japonan di lêkolînên xwe de tesbît kirine ku bîbera tahl û tûj bandorek wek aspirînê dike. Êşbir û tedawîker e. Anku xwînê zirav dike, pêşîya mejîxwînbûnê, krîza dil, hişkbûna jîy û rehên bedenê digire.

Komisyona Ewrûpayê di belavoka xwe ya monogofî ya 22 an de beyan kiriye ku melhema bîberên tahl û tûj, jibo hişkbûnên jîy, reh, sermil, stuh, pişt, mil, nêhk (kulîmek, kelef, qalçe) û herweha di Hemmeopatî û Nevrolojî de edavgirtinên guhê navîn, sersing, nava dev, helîyana hestîyan, gastirît, edavên rûvikan, bawesîr, nemêrî, bawîbûnên kabok, movik, jîy, reh, tamûsk (reng avêtin) û rêyên avrêjê (mîzê ) kare bê xebitandin.

Pisporên Ingilîzan di lêkolînên xwe de tesbît kirine ku bibera tahl û tûj, jibo hemi awayên penceşêran bandorek erênî nîşan dide û dibên: “Me xala penceşêrê ya lewaz peyda kir“.

Tiştê tamê dide bîbera tahl û tûj, madeya Capsîcîn e. Ew jî hûcreyên penceşêrê dikuje û xusarê nade hucreyên din. Capsîcîn di laş de digere, mîkrop û hucreyên xisardar dibîne.
Piranîya pisporan rûkenîya Japonan û qelewnebûna welatên wek Wîetnam, Tayland, Filipîn, Hîndistan Çîn û hwd, bi awayek sîstematîk bi xwarina bîbera tahl û tûj ve girêdidin.

Karanîn: Çaya bîbera tahl û tûj 2 – Melhem 3- Tentûr û hwd.

Çaya bîberê: Pilek pîbera hûrkirî bikin nav qedehek ava kelandî, bila 10 deqîqan di dema xwe de bimîne û hêdî hêdî, germe germ vexwin. Jibo sermagirtinên aşik, rûvik û hemi awayên sermagirtinan şifadar e.

Melhem: Bîbera hişkkirî yan jî ter baş bihêrin û hinek dohnê zeytê berdin ser (bê dohn jî dibe. Heke hûn diranek sîr û pilek bîbera reş jî berdin nav hêj çêtire) û li cihên ku dêşe xin. Ca jixwe Alman sotebend (nêrebend) a ABC ji bîber û ji kulîlka tolkê (kulîlka zêrîn) çêdikin. Hindistanî jî sotebendê ( ABS ) ji bîber, sîr û bîbera reş çêdikin.

Tentûra bîberê: Jibo her hisrek bîber 9 hisir alkola %70 pîle (derece) bêxin nav şûşekî û 4-6 hefteyan di cihek sîber de bihêlin. Car bi car bişilqînin, biparzinin û rojê 3-5caran 10-15 dilopan 4 hefteyan vexwin. Hefteyekê navberê bidinê û dîsa vexwin. Jibo hemi nexweşîyên me li jor gotin (xasma jibo Homeopatî) bandorek baş nîşan dide.

Heke serê we bêşe yan jî ji nişka ve derek we bêşe, bîbera hişkkirî bikin devê xwe û gez bikin (ya hûrkirî û ya taze jî dibe) wê êşa we bisekine. Ca jixwe li hemi dinyayê jibo nexweşên “Panîkatak”an tê xebitandin û piştî tedawîyê rê li ber êşê digre.

Xwarin û selete: Heke li ber xwarinan an jî di nav seletan de bîbera tahl û tûj bê xebitandin, pir bi fayde ye ji ber ku hem êşbir e, hem mikrobkuj e, hem xwînê rohn dike, hem hêza zayendî (seksî) zêde dike û hem jî iştahê vedike. Rojê xwarina 1- 2 bîberan bes e.

Xendan
Top