• Thursday, 18 July 2024
logo

Pehniya Bilind û Çenteyên Jinan û Kêşeyên Wê

Pehniya Bilind û Çenteyên Jinan û Kêşeyên Wê
Pehniya bilind her çend ciwaniyekî dide jinan, belê gelek kêşeyan bo tendirûstiyê derdixe.


Lêkolîneke nû dibêje: Pehniya bilind gelek kêşeyê tendirûstî bo lingê piraniya jinan dirûst dike û 43% jin hest bi azariyê ji beşên laşê xwe dikin.

Jin piştî kû, 66 xulek û 48 çirke pêlava pehnî bilind li xwe bike, azara laşê wan despê dike.

Wekî din jî pisporan behsa çenteyên mezin û giran kirin û dibêjin kû ew kêşeyekî zor bo tendirûstiya jinan dirûst dike çûnke ziyaneke wê ya zêde dighîne bo mil dest û çengê jinan.

Weha dibêjin kû, çenteyên mezin û modêl û pehniyên bilind ciwanîne, belê her dû jî kêşeyên zor bo jinan dirûst dikin û dibe sedema nemana nermiyetiya navbera hestiyan kû bo jinan gelekî metirsîdare.
Top