• Friday, 03 May 2024
logo

Cîgirê Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Îranê hat kuştin

Cîgirê Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Îranê hat kuştin
Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Îranê bo karûbarên parlamentoyê ji aliyê “çekdarên nenas” ve hat kuştin.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê, Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Îranê Sefder Rehmetabadî îro (10.11.2013) li Meydana Sebelan a Tehranê, li nav otomobîla xwe de rastî êrişa çekdarî hat.

Li gorî nûçeyê, di bûyerê de Rehmetabadî can da. Hat gotin, fîşek li singê wî û yek jî li serê wî ketiye.

Piştî bûyerê hêzên polîs derdora cihê bûyerê dorpêç kirin.

Heta niha nayê zanîn ka ew berpirsê îranî ji aliyê kî ve hatiye kuştin.

Rudaw
Top