Min baweriyeka temam bi serweriya yasa û dezgehên yasayî û destûrî heye
Piştî 70 xulekan (deqîqeyan) di hizûra Barzanî de, ez nizanim çawa binivîsim û bibêjim, ku ev dîdara taybetîya Gulan bi rêzdar serokê kurdistanê Mesûd Barzanî re ye yan jî bi pêşmergeyekî dêrînê kurdistanê re ye û ew niha serokê hilbijartîyê gelê kurdistanê ye. Ez bawer jî dikim, ku wî pê xweş e ez bibêjim ku me ev dîdara han a taybetî bi pêşmergeyekî re saz kiriye. Ji ber evê çendê jî, me wek govara Gulan ji ewê yekê dest pê kir û me got; çima serokê kurdistanê herdem bi kincên xakî yên pêşmerge û cemedana sor e? wî jî şirove kir û got; ku kincên xakî yên pêşmerge û cemedana sor, hêma û nîşana berxwedanê ne û ew wan pîroz dibîne û heta ku ew li cîhanê be, dê kincên pêşmerge li xwe bike. Ango; niha ev dîdara me bi pêşmergeyekî dêrîn re ye û ew pêşmerge, niha serokê hilbijartîyê gelê kurdistanê ye.Ev pêşmergeyê han, hîna li angora taybetmendîya pêşmerge li ayindeyê (paşeroja) welatê xwe dinere. Pîkolê dike da ku rastgoyîya pêşmerge û amadebûna wî ya ji bo canfidayîyê û qurbanîdana pêşmerge, bibe heyvanê avakirina kurdistanê, damezrandina dezgehên qanûnî û destûrî, pêkanîna serwerîya qanûnê û avakirina dewleta qanûnê.Barzanîyê pêşmerge û rastgo hez dike, ku bi berdewamî bi gelê xwe re be û ji nêzîk ve jî, agahdarî gilî û gazinde û daxwazên gel be. Ew hez jî dike, ku ew ji gelê xwe re pêkhênerê ewan hêvîyan be, ewên ku hîna pêk nehatine. Ji ber evê çendê jî, ew di her boneyekê (munasebetekê) de, ewa ku di nava dilê wî de ye ji gelê xwe re dibêje. Ew dibêje: neteweya Kurd ji neteweyên dora xwe yên wek Fars, Turk û Ereb ne kêmtir e û ji mafê wî ye, ku ew biryarê di bareya çarenivîsa xwe de bide.Li gel evê bawerîya temam a bi mafê çarenivîsîya ji gelê xwe re, ew ewê rastîyê jî naveşêre, ku niha rewşa siyasîya kurdistanê ya nava formulên herêmî û navdewletî çawa ye û ji me re dide nîşandan, ku mafê çarenivîsîyê mafekî rewa (şer`î) yê neteweya Kurd e û her divê rojekê ji rojan, bi alîkarîya Xweda, bigihêjê û neteweya kurd bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.Di evê dîdarê de wî behsa gelek alîyên giringên girêdayî neteweyê û herêma kurdistanê kiriye. Ev jî teksta dîdara bi rêzdar, pêşmerge û serokê hilbijartîyê gelê kurdistanê re ye:PIRSÊN NETEWEYÎ
Gulan: em dê di destpêkê de weha bipirsin, ku em di hemû deman de dibînin cenabê serokê kurdistanê kincên pêşmerge li xwe dike û cemedana sor li serê xwe dike. Em dixwazin destpêka evê dîdarê bi evê pirsê be; gelo kincên xakîyên pêşmerge û cemedana sor li nik cenabê serok nîşana çi ye?
Serokê kurdistanê: bi min weha ye, ku kincê pêşmerge gelek pîroz e. Ez şanazîyê pê dikim ji ber ku kincê pêşmerge ye. Ez xwe serbilind jî dibînim, ku ez bi evî kincî çûme koşka sipî û li serdema Xweda jê razî Turgut Ozal, pê çûme koşka komara Turkiye jî. Ez evan kincan li xwe dikim, ji ber ku heta ez bimirim jî, ez her xwe pêşmerge dibînim. Di bareya cemedana sor jî de çîrokek dirêj heye û ez hez dikim di evê derfetê de behsa wê bikim, da ku xelk bizanin ev çîrok çi ye. Berê li devera Barzan mişkî hebû û cemedan gelek kêm bû. Weha dizanim her nebû. Ewê demê mişkîyên reş, şîn û sor hebûn. Di sala 1931 de dema ku hukûmeta Iraqê û supayê Brîtaniya êrîşî ser Barzan kirin, piştî berxwedaneka mezin bê çare man û ji devera Barzan derkevtin û cenabê Şêx Ehmed û bavê min û hoza me hemû çûn Turkiye. Piştî hîngê, Şêx Ehmed radestî hukûmeta Iraqê bû û ewên din jî hatin dûrxistin. Ew jî qonax û çîrokeka din e û ji ewan sosretan e, ewên ku bi serê me hatine. Bi her awayî, ez dê bihêm ser behsa xwe. Di ewê demê de, ji ber ku cemedana Şêx Ehmed sor bû hukûmeta Iraqê weha dizanî, ku ewê cemedana wî sor be, ew girêdayî Şêx Ehmed e û murîdê Şêx e. Ji ber evê çendê, li angora hukmekî awarteyî biryarek dan, ku her kesê cemedana sor li serê wî be, divê bihê sêdaredan. Cara yekem agahdarî dan xelkê, ku nabe ti kes mişkî yan cemedana sor li serê xwe bike. Xelkê Barzan jî qebek mezin li beramber evê biryarê dan nîşandan. Rojekê bû serhildan, ji ber ku şivanek girtibûn û cemedana sor li serê wî bû û wî bi cemedana wî fetisandibûn. Piştî evê bûyerê xelkê serhildan kirin û êrîşî qaymeqamîyê û bingeha leşkerî kirin. Ji bo tirsandina xelkê jî, hukûmetê li angora wan hukmên awarte 12 kesên bijarteyên Barzanîyan li sêdareyê da. Piştî evê bûyerê weha lê hat, ku ewê li devera Barzan cemedana sor li serê xwe nekirba, wate ewî xwe radestî daxwaza dijmin kiriye û dev ji bîr û bawerîyên xwe berdaye. Ji ber evê çendê, êdî cemedana sor bû hêma û nîşana berxwedanê. Bi rastî pîrozîya cemedana sor ji evê çendê hatiye. Kincê pêşmerge û cemdana sor nîşana berxwedanê ne û ji ber evê çendê pîroz in.
Gulan: hemû xelkê kurdistanê weha dibînin, ku hêvîya serok Mesûd Barzanî di biwarê damezrandina dewleta kurdistanê û mafê çarenivîsîyê de dê pêk bihê. Em hez dikin ku bizanin, ka serok Barzanî di evê dîdarê de çi di bareya mafê çarenivîsîyê de dibêje?
Serokê kurdistanê: ez dixwazin bîr û bawerîya xwe bi aşkirayî bidim nîşandan. Ez weha dibînim, ku em kurd wek Ereb, Fars û Turk, neteweyeka rojhilata navîn in. Mafê me jî yê çarenivîsîyê heye. Li ser dirêjîya dîrokê jî, xeşm û sitemek mezin li Kurd hatiye kirin. Bi taybetî em piştî cenga cîhanîya yekem bi zorê hatin dabeşkirin, bê ku bîr û nerîna me bihê wergirtin. Bawerîya mina temam bi mafê çarenivîsîyê ji neteweya kurd re heye û ew mafekî rewa yê milletê kurd e. Belê ev rewşa niha ya ku em tê de dijîn jî, ez dizanim ew jî çawa ye. Hêvî û umêda min ew e, ku ew derfet ji netweya kurd re çê bibe, da ku ew biryara xwe bide û ew çarenivîsa xwe dîyar bike. Belê ev bi zorê nabe, bi dijwarîyê nabe û bi çek û şerr jî nabe. Divê ev bi hevtêgihînê (ji hev famkirinê) û bi xweşî bibe. Belê evaya mafek e û divê em herdem bixwazin û divê em demê jî bidinê. Dibe ku nifşê me yan nifşên piştî me evê hêvîyê bibînin, belê divê ev mafê han rojekê ji rojan Inşallah pêk bihê.
Gulan: we got ku ev mafê han bi dijwarîyê û bi şerr pêk nahê. Em dizanin jî ku hûn dixwazin pirsa Kurd li Turkiye aştîyane bihê çareserkirin. Em di evê çarçêweyê de dixwazin ji cenabê we bipirsin; gelo hûn rewşa niha ya navbera Turkiye û PKK çawa dibînin?
Serokê kurdistanê: ev jî pirsek giring e û divê ez gelek bi rohnî behsa wê bikim. Bê goman e, ku ez dixwazim pirsa kurd li her parçeyekî, aştîyane û demokratîkane û li angora taybetmendîyên her parçeyekî bihê çareserkirin. Bi heman şêwe jî, ji bo kurdistana Turkiye weha ye. Dema ku hukûmeta Turkiye hebûna kurd mandila dikir û pêngavekê jî ne dihat pêş, min qet nedigot bila kurd bergirîyê di ber xwe de neke. Di heman demê jî de, min got ku herdema Turkiye pêngavekê ji bo aştîyê bihê pêş, divê kurd du pêngavan ber bi aştîyê û nasandina kurd ve biçe pêş. Wek bizava rizgarîxwaza kurd, berê ev qonax bi ser me jî de hat. Me bixwezta û nexwezta, divabû em çek hilbigirin û bergirîyê di ber man û nemana xwe de bikin. Em ewê demê bê çare man, ji ber ku ti rêyek din li ber me nemabû. Ji hemû alîyan ve êrîş dihatin. Pîkol dihatin kirin, da ku em wek neteweyek nemînin û em bihên buhujandin. Ji ber evê çendê, me bixwezta û nexwezta, divabû em li angora şiyana (karîna) xwe çek hilbigirin û bergirîyê bikin, ji ber ku min ev rewa didît. Belê herdema derfetek çê bibe û dewletek ji wan dewletan daxwaza aştîyê bike, ez şaş dibînim ku em şerr berdewam bikin. Bê goman e, ku niha rewşa navbera Turkiye û PKK weha ye. Hemû dizanin, ku berî sê-çar salan peywendîyên navbera me û Turkiye gihijtin ewî astî, ku hindik mabû şerr çê bibe. Di nava ewê rewşê de min alîyê kêmê pirsê nedanî û min qeb pêşkêş kir. Ji ber ku dewleta Turkiye ti pêngavek ji bo aştîyê û çareserkirina aştîyane pêşkêş nekir. Herweha, her ne amade bû navê kurd jî bihîne. Her ji ber evê çendê, ez amade bûm hemû encamekê hilbigirim û li ser hilwestê xwe jî rijd (bi israr) bim. Belê niha ku hukûmeta Turkiye hatiye pêş û dibêje kurd heye û pirsa kurd heye û divê aştîyane bihê çareserkirin, bi min weha ye, ku niha şerr nehê kirin. Min evaya gelekî bi aşkirayî gotiye û dibêjim û PKK jî gelekî baş evê nerîna min dizane. Ez niha nikarim weha bibêjim, ku dewleta Turkiye hemû tiştek bi temamî kiriye û weha jî hatiye pêş, ku tiştên mezin kiriye. Belê divê em jî bizanin, ka li Turkiye çi kulturekê hukum kiriye. Ez bi xwe, her anîna navê kurd ji alîyê serokê wezîrên Turkiye ve, bi tiştekî mezin dizanim. Dibe li duv evê pêngava niha ya hukûmeta Turkiye hinek tişt bihên avakirin. Li vir pirsa min jî ev e; heger ev pêngavên niha yên hukûmeta Turkiye ne bi dilê PKK ne, êdî şerr ji bo çi ye? Gelo kujtina du leşkeran û ji alîyê din ve pênc leşkeran û kujtina çend gencên kurd ji alîyê din ve, dê evê pirsê ber bu kuda ve bibe? Ji ber evê çendê ez niha jî dibêjim, ku ez li gel mafên milletê kurd im. Ez bi germî jî piştevanîya evan pêngavên hukûmeta Turkiye dikim, ku di bareya nasandina pirsa kurd û hebûna pirsa kurd de dihavêje û divê ev pirs bi şêweyekî aştîyane bihê çareserkirin. Ev bi xwe ji Turkiye re gelek e, belê ez dubare dikim, ku ev nahê ewê wateyê ku hukûmeta Turkiye her tişt ji kurd re kiriye yan hemû mafên milletê kurd daye. Belê ev pêngava yekem e û li ser rêya xwe ya rast e. ji ber evan hokarên ku min behsa wan kir, qena`eta min weha ye, ku divê şerr bihê rawestandin û bersiva PKK jî hebe. Heger hevtêgihîn nebe, bila şerr jî nebe. Ez dubare dikim û me berê jî ji Turkiye re gotiye, ku ev pirsa han bi şerr û rijandina xwînê nahê çareserkirin. Ji ber evê çendê, divê em piştgirîya pêngavên aştîyê bikin. Xelkên din bi wan xweş be yan nexweş be, evaya qena`eta min e. Ji ber ku dibe li duv evan pêngavan, tiştinî din bihên avakirin û kurd û hukûmeta Turkiye bigihêjin hevtêgihînek baş.
Gulan: belê wek me dît, her di ewê rojê de ku cenabê we serdana Turkiye dikir, PKK dest bi şerr kir. Gelo ew bûyera han ji cenabê we re çawa bû?
Serokê kurdistanê: bi rastî bûyereka nexweş bû. Bi kêmanî gerek PKK di ewê maweyê (muddetê) de ya ku ez tê de li Turkiye bûm, dest bi şerr nekirba. Ji ber evê çendê ez ewê pêngava PKK wek karekî neberpirsyarane dibînim û ez ji ber wî karî, bi rastî dilgiran bûm. Ez careka din jî daxwazê ji PKK dikim, ku heta heger yekalî jî be, ew şerr birawestîne û evaya dê di berjewendîya gelê kurdistanê de be. Heger PKK şerr jî rast dibîne, êdî ew dê berpirsyarîya evê biryara xwe hilbigire, belê divê arêşeyê ji herêma kurdistanê re dirist neke.
REWŞA NAVXWEYÎYA HERÊMA KURDISTANÊ
Gulan: em hest dikin, ku li astê navxweyî yê herêma kurdistanê, hêvîya serokê kurdistanê damezrandina dewleta qanûnê û dezgehên destûrî ye. Hûn di sala 1991de serokê Bereya Kurdistanî bûn û we hîngê ragihand, ku hûn dê wek Bereya Kurdistanî, dewleta qanûnê bidamezrînin. Em evê yekê wek hêvîyeka serokê kurdistanê dibînin û em hest dikin, ku pêngavên we yên ji bo avakirina herêma kurdistanê, li ser astê dezgehên dewletê û pêkanîna dewleta qanûnê ne. Pirsa me ji cenabê we ev e, ku serokê kurdistanê çawa evê hêvîya xwe ji hevwelatîyên kurdistanê re dide xuyakirin? Gelo cenabê serok çawa xelkê kurdistanê dilhêsayî dike, ku divê dewleta qanûnê armanca hemû hevwelatîyên kurdistanê be?
Serokê kurdistanê: hemû xebat û têkoşîna me ji bo ewê yekê bû, ku milletê me rizgar bibe û jîyaneka bextewer jê re bihê berdestkirin. Jîyana bextewer jî, berî her tiştî divê bi qanûnê bi rêxistin bibe, da ku xelk erk û mafên xwe bizanin. Herweha, em nikarin weha bibêjin, ku dê milletê me bextewer be dema ku qanûn ne serwer be. Ji ber evê çendê, bawerîya me ya temam bi serwerîya qanûnê û damezrandina dezgehên qanûnî û destûrîyên dewletê heye. Hemû pîkolên me jî, ji bo pêkanîna evê armancê ne. Ez di vir de nikarim weha bibêjim, ku em ji sedî sed serkevtî bûne. Belê me pêngavên baş havêjtine û me serkevtinên baş jî bi dest ve anîne. Bi rastî, ev kar jî bi kesekî û alîyekî tenê nahê encamdan. Divê bawerîya hemû xelkê pê bihê û hemû jî alîkarîyê bikin, da ku dewleta qanûnê û dezgehên destûrî bihên damezrandin û da ku derfeta kar û pêşkevtinê, ji her kesekî kurdistanê re berdest bibe. Da ku hemû li beramber qanûnê jî wek hev bin. Ez weha dibînim, ku heger em bigihêjin evî astî, dê astê xweşguzeranîyê ji xelkê kurdistanê re berdest bibe. Ji ber evê çendê, her ji destpêkê ve bawerîya me bi dewleta qanûnê hebûye û qena`eta me pê hatiye. Ji ber evê çendê jî, me her pîkol ji bo evê yekê kiriye û em dê pîkolên xwe berdewam bikin. Divê em bi wijdan li demên derbasbûyî binerin. Em berê li kuda bûn û em niha li kuda ne. Gelo evaya her weha bi dest ve hatiye?
Gulan: piştî ku hûn ji alîyê gelê kurdistanê ve li tîrmeha sala derbasbûyî wek serokê gelê kurdistanê hatin hilbijartin, bernameya we weha bû, ku hûn serdana hemû deverên kurdistanê bikin û yekser bi hemû çîn û tivêjên gelê kurdistanê re kombûnan saz bikin. Ewa ku haya me jê heye, we serdana çend deveran – wek Soran, Ranya û Qeladizê – kir, belê ji ber serdana we ya ber bi Amerîka ve û paşê jî ya ber bi Si`ûdiye û Libnanê ve û serdana we ya evê dawîyê ya ber bi Turkiye, Almaniya, Fransa, Urdun û Misirê ve, ev bernameya we hat li paşxistin. Ji ber evê çendê, em hez dikin ji cenabê we bipirsin; gelo hûn dixwazin dîsan dest bi encamdana ewê bernameyê bikin?
Serokê kurdistanê: bê goman ew bernameyek e û me danîye û dê berdewam be. Inşallah ez dê maweyeka din dest pê bikim. Rast e, em bê çare man ku ji ber ewan serdanên ber bi derve ve, em ewê bernameyê rabigirin, belê bi piştevaîya Xweda, ez dê di ayindeyek nêzîk de dest bi serdana hemû deverên kurdistanê bikim. Ez dê xelkê bibînim û her çi nebe, da ku ez pirs û arêşeyên wan bizanim ka çi ne û çawa ne. Da ku ez bizanim ka ev xelk dixwazin em çi ji wan re bikin û çi pêşinyaran pêşkêşî me dikin. Gelo çi gilî û gazindeyên wan hene. Di vir de ez dixwazim bi aşkirayî bibêjim, ku ez bi serdanên xwe yên berê gelek şad bûn, ji ber ku xelkê me xelkekî gelek niştimanperwer û qani` in. Bi rastî, evê çendê gelekî dilê min xweş kir û ez tekez dikim, ku ev bernameya han berdewam e.
Gulan: heger we dest bi encamdana evê bernameyê kir, gelo dê ew dever kîjan bin, ewên ku hûn dê di destpêkê de serdana wan bikin?
Serokê kurdistanê: bernameya min ji bo hemû deverên kurdistanê ye. Wate; deverên Germyan, Silêmanîyê, Duhokê û deverên Hewlêrê yên ku mane û inşallah dê serdana hinek deverên dabirrayî jî bikim.
Gulan: em hest dikin, ku li nik serokê kurdistanê vîn û sozeka taybetî ji devera Germyan re heye. Ez dikarim ji cenabê we bipirsim; ev vîn û soza we ya ji Germyan re ji çi jêderekî derdikeve?
Serokê kurdistanê: hemû deverên kurdistanê û xelkê kurdistanê li nik min xoşewîst in. Belê li serdema şoreşa eylûlê xelkê Germyan gelek şoreşger û têkoşer bûn. Pêşmergeyên gelek qehreman ji evê deverê derkevtin û berxwedaneka wan a mezin di nava şoreşa eylûlê de hebû. Bê goman di nava Enfalan jî de ziyaneka gelek mezin li wan kevt û hinek ji wan gundên wan bi temamî hatin qirrkirin. Hinek binemalên wan hene, ku bi temamî ti kesên wan neman. Evê çendê weha kiriye cegera mirov ji bo wan bişewite. Min dixwezt serdana Germyan bikim, belê min nexwezt ez biçim tenê gotinên xweş ji wan re bibêjim. Min xwezt dema ku ez biçim tiştekî weka di dest de be, em bikaribin hinek xizmetguzarîyan pêşkêşî wan bikin. Em hinekî êş û azarên wan kêm bikin. Belê dema ku şiyan kevtin dest de da ku ez serdana wan bikim, hilbijartin çê bûn. Min got; heger ez niha biçim, dibe ew û xelkên din jî bibêjin, ku ev serdan ji bo hilbijartinê ye û ji ber evê yekê, min serdana xwe li paş xist. Piştî hilbijartinan jî min xwezt dest pê bikim, belê ev serdanên han hatin pêş.
Gulan: wate heger cenabê we evê carê serdana Germyan bike, dê bi destê tije be?
Serokê kurdistanê: berî em dest bi evê seferê bikin, me weha destnîşan kirbû, ku inşallah em dê bi destê tije serdana wan bikin. Di ewê demê de ku min neşiya (nikarî) serdana ewê deverê bikim, min daxwaz ji Nêçîrvan kir – ku ewê demê ew serokê wezîran bû – û gujmeyê 200 milliyon Dollar ji bo avakirin û xizmetguzarîyên pêdivêyên Germyan hatibû terxankirin. Ez dê biçim da ku bizanim ka ew proje pêk hatine û kabîneya şeşem jî soz daye, ku çend projeyan bi cih bihîne. Îcar.. ji bo ku em bizanin, ka çi ji ewan projeyên kabîneya pêncem û kabîneya şeşem bi cih hatiye û çi bi cih nehatiye û çi maye, da ku em hemûyan bi cih bihînin.
Gulan: ev dihê ewê wateyê, ku eva cenabê we ji Germyan re dikin ne di nava ewan 200 milliyon Dollaran de ye?
Serokê kurdistanê: hemû yek e, belê ez dê biçim da bizanim ka çi bi ewan 200 milliyon Dollaran hatiye kirin. Ewa bi min jî dihê kirin, ez dê ji wan re bikim.
Gulan: wek têbînî.. em hest dikin, dema cenabê we yekser bi çîn û tivêjên gelê kurdistanê re kombûnekê saz dike, em dibînin ku daxwazên hevwelatîyan di cihê xwe de ne û dibe bi cih bihên. Wek nimûne jî, ew daxwazên deverên Soran, Ranya û Qeladizê yên ku di sala 2009 de ji cenabê we re hatin ragihandin, we biryar da ku hemû pêk bihên. Pirsa me ev e; gelo ev rewşa han nade xuyakirin, ku valayîyek di navbera hevwelatîyan û hukûmetê de heye û dema cenabê we evê valayîyê tije dike, hevtêgihînek temam di navbera hevwelatîyan û dezgehên hukûmî de heye?
Serokê kurdistanê: mixabin ku hinekî ew dûrbûna han heye. Divê ew dûrîya navbera cemawer û hukûmetê nemîne. Bi min weha ye, ku derza mezin ev e. Divê ev nemîne û em herdem li nav cemawer bin. Ez dubare dikim, ewa ku min ji xelkê me di nava serdanên xwe de dît ew e, ku bi rastî xelkê me xelkek qani` e û daxwazên wan jî, daxwazinî gelek rewa (şer`î) ne û kêm jî bûn. Hûn dizanin ku welatê me welatekî wêrankirî bû û xelkê me ev çend sal in hemû êş û azar kişandine. Belê di vir de du corên alîkarîkirina xelkê hene. Alîkarîyek heye ku encamdana projeyên mezin in, ku hemû xelk sûdê jê dibînin. Bi min weha ye, ku ev corê alîkarîyê û encamdana projeyên mezin û ji bo sûda giştî, baştirîn rê ye. Ewa din ew e, ku divê em derfetên kar ji xelkê re peyda bikin. Hinek din jî ew e, ku projeyên biçûk in û hejmareka kêma xelkê sûdê jê dibînin. Wek nimûne; gundek an du gund sûdê (faydeyê) jê dibînin. Divê em herdu alîyan li ber çav bigirin û ji herdu alîyan ve – ango ji projeyên biçûk û mezin – dest bi kar bikin. Rast e ku hinek kesan zehmetî dîtine yan xêzanên şehîdan in û divê evana hisabek ji wan re hebe, belê ew şaş e ku tu bihê li gundekî yan li du cihan çend kesan hilbijêre û alîkarîya wan bike û xelkên din li paş guh bin. Bi min weha ye, ku ew siyasetek şaş e û ez bi xwe wê nakim. Ez tekezîyê li ser ewê yekê dikim, ku gerek projeyên mezin pêk bihên da ku hemû xelk sûdê jê bibînin. Herweha, hinek projeyên biçûktir hebin, ku dibe çend gundek sûdê jê bibînin. Ev jî li gel ewê yekê, ku gerek hinek rewşên taybetî yên hinek kesan li ber çavan bihên girtin, ku wan gelek qurbanî dane û ziyan gihijtine wan. Belê bi min weha ye, ku alîkarîkirina yeko-yeko şaş e.
Gulan: we yên rêzdar bi aşkirayî da nîşandan, ku bi rastî valayîyek di navbera cemawer û hukûmetê de heye. Herweha, we da nîşandan, ku divê ew valayî tije bibe. Gelo bernameya cenabê we di evê bareyê de çi ye?
Serokê kurdistanê: divê ez ji xwe dest pê bikim. Ez bi xwe bi berdewamî diçim nava xelkê û rojane jî gelek xelkê dibînim. Belê ev hemû di televiziyonê de nahê pêşandan. Ez hez nakim, ku dîtina xelkê ji bo propagandayê bi kar bihînim û ev pirs erkê ser milê min e, ku ez xelkê bibînim. Divê wezîr û berpirsên hukûmî, her yek ji wan li angora pisporî û taybetmendîya xwe, biçin nava xelkê û ji nêzîk ve agahdarî gilî û gazindeyên xelkê bin û bi berdewamî li nav xelkê bin. Ez weha dibînim, ku em dikarin bi evan pêngavan, ewê derzê tije bikin û nabe em bibin hukûmeteka burokrat.
Gulan: pirsa me ya din li ser dezgehîkirina hemû dam û dezgehên herêma kurdistanê ye. Ji ber ku di sistemên demokratîk de, serokê hilbijartîyê gel bi rêya dezgehên dewletê bernameya xwe bi cih dihîne, hevwelatîyên kurdistanê jî guhdarîya bernameya we kirin û hat xwendin. Pirsa me ev e; gelo ew bernameya we ya neteweyî û niştimanî ya ku we pêşkêşî xelkê kurdistanê kiriye, dê heta çi rade (heddî) bibe hokarê (fakterê) dezgehîkirina herêma kurdistanê û dê heta çi radeyî rê ji hevwelatîyan re xweş bike, da ku beşdarîyê di dam û dezgehên herêma kurdistanê de bikin û alîkarîya serokê xwe bikin, da ku ew evê qonaxa han derbas bikin?
Serokê kurdistanê: hemû bernameyek, piştî vexwendineka dirêj dihê darijtin û danîn. Ew bernameya ku me pêşkêş kiriye, em gelek bi cih pîkolan dikin da ku ew pêk bihê. Belê ji bo bi cihanîna wê, hevkarîya hemû hevwelatîyên kurdistanê pêdivê ye. Ez nikarim bibêjim, ku ev bernameya me pêşkêş kiriye, hemû bi cih hatiye. Belê ez dikarim bibêjim, ku beşekî wê bi cih hatiye û hinek jî maye. Wate; evaya bernameyek e û proseseka berdewam e û em nikarin bibêjin, ku dê ev bername di nava 2-6 mehan de bi cih bihê. Ji ber evê çendê, em berdewam dikin û em dê berdewam jî bikin, da ku em evî welatî bikin welatekî dezgehîn û destûrî.
Gulan: herêma kurdistanê di qonaxeka veguhêz re derbas dibe. Hemû ew serdarên ku neteweya xwe bi rêya dezgehan ava kirine, rastî dîyardeya gendelîyê (fesadê) hatine. Ev jî li angora dîroka avakirina welatan a piştî şerr, ku ti welat nebûye rastî nexweşîya gendelîyê nehatibe. Belê ew serdarên ku di biwarê avakirina neteweyê de serkevtî bûne ew serdar bûne, ewên ku dikarîbûn sînorekî ji gendelîya nava dezgehên dewletê re daynin. Pirs ev e; gelo bernameya serokê kurdistanê ya ji bo nehiştina gendelîyê çi ye?
Serokê kurdistanê: ez gelekî li dijî dîyardeya gendelîyê me. Ez gelekî şanazîyê jî dikim, heger ez bikaribim gendelîyê nehêlim. Belê ne tenê li kurdistanê, ew li hemû welatekî heye. Min daxwaz ji hukûmetê û wezîran kiriye û min ji wan re jî gotiye, ku divê hûn qanûnê bi cih bihînin û guh nedin ti kesekî bihê û destwerdanê di nava kar û barên we de bike. Min daxwaz ji partîyan jî kiriye, ku ew piştevanîya hukûmetê bikin. Ez daxwazê ji hemû kesekî jî dikim, ku ew alîkarîya me bikin, dema bibînin ku gendelî li cihekî heye yan berpirsek ji rêya qanûnê derkevtiye, da ku rê û rêbazên qanûnî li dijî her kesekî pêk bihên, dema ku ew kes ji qanûnê derdikeve. Ez daxwazê ji hukûmeta herêma kurdistanê dikim, ku ew sazkarîyên weha encam bide, ku ew sazkarî bersiva hemû pirsên nava bîra xelkê bidin.
Gulan: gelo hûn ji bo evê bernameyê, pêdivêyî pispor û şîretkarên biyanî nabin?
Serokê kurdistanê: di ewan biwaran de yên ku em pêdivêyî wan in, me sûd ji wan wergirtiye, belê bi min weha ye, ku li kurdistanê jî di evî biwarî de xelkê şehreza heye.
Gulan: tiştê ku niha di nava rojnamevan û rewşenbîran de behsa wê dihê kirin, pirsa azadîyan e. Ewa ku em di nava rewşa kurdistanê de dibînin jî ew e, ku hemû kes di biwarê gotin û nivîsandina xwe de azad e. Herweha, hemû belavokên kurdistanê rojane li bazarên kurdistanê bi azadî dihên firoştin û digihêjin destên hemû kesan. Li beramber evê çendê em dibihîzin, ku li herêma kurdistanê sînor ji azadîyê re dihê danîn û sînor ji azadîya bîr û nerînan re dihên danîn. Em evê pirsê weha dibînin; ku xelkê kurdistanê maweyeka dirêj li jêr desthilatdarîya rejîmên Iraqê bê azadî maye. Ji ber evê çendê jî, ew niha ku dibîne ew bi xwe xwedîyê parliyament û hukûmeta xwe ye, hemû tiştekî ji mafê xwe dibîne û dixwaze ku ti qanûn ji bo rêxistina azadîyan nebe. Evaya li gelek welatên din jî weha bû. Belê pîkolek jî hebûye da ku azadî bi rêxistin bin. Pirsa me ji serokê kurdistanê ev e; gelo li kurdistanê sînor ji azadîyan re hatiye danîn? An jî pîkolên ku ji bo rêxistina azadîyan hatine kirin, hîna temam nebûne? Gelo bernameya cenabê we ya ji bo rêxistina azadîyan û serwerîya qanûnê çawa ye?
Serokê kurdistanê: xebata me ji bo ewê yekê bû, ku milletê me azad be. Herweha, ez şanazîyê jî dikim, ku roleka me di pêkanîna azadîya welatê me de heye û evroj xelkê me bi serbilindî û azadî di welatê xwe de dijî. Belê mixabin.. ez jî hinek caran ewan nivîsandinan dibînim, ku gazinde dikin û dibêjin azadî nîne. Bi rastî ez tê nagihêjim (fam nakim) mebest ji azadîyê çi ye? Heger mebest ew be, ku ev desthilatdarîya han nemîne, bi xwe evê desthilatdarîyê xwe nesepandiye (ferz nekiriye) û ew bi hilbijartin hatiye û opozisiyon jî heye. Dê sê-çar salên din dîsan hilbijartin dubare bibin. Heger xelkê dengê xwe da evê desthilatdarîyê, wate ew e ku pirranîya xelkê bi siyaset û bernameya karê evê desthilatdarîyê re ye. Heger xelkê dengê xwe neda evê desthilatdarîyê û da her alîyekî din, ew alî dikare cihê evê desthilatdarîyê bigire. Belê heger dixwazin ku cihê evê desthilatdarîyê bigirin, evaya bi pîlan nabe. Evaya bi rêya hilbijartinê û sindoqên dengdanê dibe û ev derfeta han, ji hemû alîyekî re berdest e. Heger mebest ew e jî, ku di rojname û televiziyonan de bîr û nerînên azad bihên pêşandan, çi maye heta ku nebêjin? Ew hemû ragihandin li kurdistanê heye û ewê çi dilê wî bixwaze, hem dinivîse û hem dibêje. Belê pirs li vir ev e; gelo sînor ji azadîyê re nîne? Azadî bi xwe jî gerek bi qanûn bihê rêxistin. Azadî heta ewî astî ye, ku azadîya xelkê nehê binpêkirin. Niha hinek kes hene ev biwar derbas kirine û mafên xelkê binpê dikin, derewan dikin û ziyanê jî digihînin. Bi tevî evê çendê jî, kes ti tiştî ji wan re nabêje. Ji ber evê çendê ez weha dibînim, ku gerek em li xwe vegerin û hemû alî ji bo evê pirsê li xwe vegerin. Divê civakek tendirist (saxlem) li kurdistanê hebe. Şkandin, derew û dana cimînan ne tiştekî ciwan û baş e. Kurd weha hatiye naskirin, ku milletekî bi sinc e (bi exlaq e). Her ew sinc bû, ku Kurd dikarîbû wî wek çekekî li dijî hemû dijminên xwe bi kar bihîne. Bi rastî ez niha gelekî dilgiran im dema dibînim, ku êdî kulturek dirist bûye, ku gelekî dûrî rewişt û dab û nerîtên kurdewarîyê ye. Di vir de ez hez dikim, ku di bareya pirsa rojnamevan û rojnamevanîyê jî de bidin nîşandan, ku di evê bareyê de pirsa me ev e; kî rojnamevan e? Nasandina rojnamevan çawa ye? Gelo herkesê rabû tiştek nivîsand, ew dibe rojnamevan? Rojnamevan jî ne di ser qanûnê re ye. Divê sandikaya rojnamevanan jî di evê bareyê de xwedîya rola xwe be. Herweha, divê parliyament jî xwedîya rola xwe be. Divê rojnamevan hest bi berpirsyarîyê bikin. Ji ber evê çendê, nabe kes ji dab û nerîtên kurdewarîyê derbikeve û nabe kulturek weha derbasî nava xelkê kurdistanê bibe, ku di encam de weha lê bihê, ku êdî kes bawerîyê bi yê din nehîne û kes rêzê li kesî negire û ti kes xwe berbirsyar nebîne û yan jî, wefaya wî ji evî welatî re nemîne. Ev tiştekî gelekî xeter e û divê bihê çareserkirin. Ez hêvîdar im, ku hemû alî hest bi berpirsyarîyê bikin û divê hemû pirsek jî, bi qanûnê bihê çareserkirin.
Gulan: hûn weha baştir nabînin, ku rewşenbîr bi xwe li hev kom bibin û mekanzimekê ji bo çareserkirina evê rewşê daynin?
Serokê kurdistanê: ez baş dibînim, belê gerek hemû alî; rewşenbîr, oldar, rojnamevan û siyasetmedar, bi hev re birûnin û guft û goyan bikin da ku bikaribin sistemekê weha daynin, ku bi dab û nerîtên evî milletî re bigunce. Bila em ewî exlaq û rewiştê bilind ê ku Kurd pê hatiye naskirin, ji dest nedin.
Gulan: di bareya qanûna rojnamevanîyê de ya li kurdistanê.. ev qanûna han ji alîyê cenabê we ve hat pesendkirin, belê niha û piştî ku ev demek e kar bi evê qanûnê dihê kirin, em hest dikin ku ew pêdivêyî hinek destkarîyê û serrastkirinê ye. Em pêdivêyî ewê yekê ne, ku karê rojnamevanîyê li kurdistanê bihê rêxistin. Gelo cenabê we di bareya qanûna rojnamevanîyê de çi dibêjin?
Serokê kurdistanê: cara yekem ew qanûna han ji min re anîn û min jî şand parliyamentê, da ku ew qanûn li angora daxwaza rojnamevanan be, ew pê razî bin û dilê wan pê xweş be. Belê mixabin.. hinekan bêwefayî li beramber evê qanûnê kirin. Wate; bi xerabî sûd ji evê qanûnê wergirtin û hemû sînor derbas kirin. Ji ber evê çendê, evaya dê ji parliyamentê re bimîne da ku ew dîsan wê di ber çavan re derbas bike, ji ber ku divê hemû azadî li angora qanûnê bihên rêxistin û ji ber ku azadîya bê sînor nîne.
Gulan: wate; cenabê we daxwazê ji rojnamevan û rewşenbîran dike, ku ew bi rastgoyî rexneyan bigirin?
Serokê kurdistanê: ez gelek memnûnê ewî rojnamevanî me yan ewê televiziyonê me yan ewî kesî me yê ku rastîyê bibêje. Gerek ew rexneya ku ew digire, ji bo sazkarîyê û pêşkevtina welatê wî be. Ez çavê ewî kesî maçî dikim, ewê ku pêşinyarekê weha pêşkêşî me bike, yan gendelîyekê weha aşkira bike. Belê heger bû derew û reş û sipî hat têkilkirin û hemû reş hat pêşandan, bi rastî tu nikare nirxekî jê re dayne û tu guhdarîya wî jî nake. Ji ber ku destkevtên gelek mezin bi dest ve hatine. Ev reşwa niha ne bi hêsanî dirist bûye. Qurbanîyek mezin jê re hatiye dan. Zehmetîyek mezin di ber de hatiye kişandin. Belê niha kesek bihê û ji min re bibêje, ku ti arêşe nînin û hemû tiştek temam e, ez dizanim ku ne weha ye. Belê li beramber evê çendê, kesek bibêje ku hemû tişt xerab e, ti tişt nehatiye kirin û hemû gendelî ye, ev jî gelek mezinkirin tê de ye. Ji ber evê çendê ez daxwazê dikim, ku rastî çawa be weha bihê gotin. Bawerîya mina temam bi ewê yekê heye, ku heger em hez nekin rexne li me bihê girtin, bila em karekî weha nekin ku bibe egerê girtina rexneyê. Mebesta min ew e, ku bila rexne bihên girtin, belê bila gunehbarkirin û derew nehên kirin. Ez dilhêsayî me, ku milletê me bi xwe rê nade, ku li jêr sîbera evê azadîyê, sivikayî bi xebat û têkoşîna gelê me û têkoşerên wî bihê kirin.
HERÊMA KURDISTANÊ Û IRAQÊ
Gulan: cenabê serok.. bila em bihên ser pirsa girêdayî herêma kurdistanê û hukûmeta Iraqê. Em niha dibînin, ku Iraqê di qonaxeka aloz re derbas dibe û em dikarin weha bibêjin, ku ev prosesa han gihijtiye rêyeka girtî. Gelo cenabê we evê rewşê çawa vedixwîne?
Serokê kurdistanê: ez dikarim weha bibêjim, ku ev prosesa han gelekî aloz bûye. Biryar weha bû, ku evroj 13/07/2010 kombûna parliyamentê bihata sazdan, belê du hefteyan li paş kevt. Wek ez dibînim, dê piştî du hefteyên din jî ti tişt nehê kirin. Roj bi roj jî rewş aloztir dibe. Girift jî ew e, ku birayên li Baxdadê biryara çareserkirina evê pirsê nedane. Em Kurd û şandeya kurdistanî ya li Baxdadê, bextê me xweş e û rola kurd pozetîv e. Em ne beşekî pirsê ne, belê em beşekî çareyê ne û em dê her weha jî bin. Belê bi rastî mixabin e, ku rewş gelek aloz e û ez di evê dema nêzîka pêş de, ti asoyekî bi rewşen nabînim.
Gulan: di nava evê prosesa aloz de, her dema ku behsa peywendî û arêşeyên navbera herêma kurdistanê û hukûmeta Iraqê dihê kirin, cenabê we tekezîyê li ser ewê yekê dike, ku destûra Iraqê nexşeya rê ya navbera herêma kurdistanê û hukûmeta Iraqê ye. Herweha, destûra Iraqê pirsa deverên dabirrayî, pirsa kerkûkê, pirsa pêşmerge û pirsa qanûna gasê û petrolê ya herêma kurdistanê û Iraqê çareser dike. Pirsa me ev e; tekezkirina cenabê we ya li ser destûrê ewê wateyê nade, ku tenê rêyek ji me re heye, heta ku em bi Iraqê re bimînin û pirsên me bi Iraqê re çareser bibin? Gelo dibe di astê siyasî û diplomatîk de em tenê rêyekê wek çare dîyar bikin û rêyên me yên din ên alternatîv nebin? Yan hûn weha dibînin, ku destûr maka hemû çareyan e?
Serokê kurdistanê: ez weha dibînim, ku heger destûr bi emanet bi cih bihê, ti girift namînin. Heger giriftek jî bikeve pêş de, dê gelek bi hêsanî bihê çareserkirin. Zehmetîyek mezin di ber evê destûrê de hatiye pêşkêşkirin û ne bi hêsanî dirist bûye. Ez bi xwe 53 rojan li Baxdadê mam û bi birayên me yên din re bûm, heta ev destûr hat danîn. Belê hîna jî ev destûra han ne bê kêmanî ye. Belê bi tevî evê çendê, destûreka gelekî pêşkevtî ye. Destûrek weha ye, ku em dikarin weha bibêjin, ku pirranîya mafên me tê de ne û çare ji hemû pirs û arêşeyan re tê de hatine destnîşankirin. Ji ber evê çendê ez weha dibînim, ku ti alternatîvek ji destûrê baştir nîne.
Gulan: ji bo beşdarbûna kurd a di hukûmeta nû ya Iraqê jî de, cenabê we gelekî tekezîyê li ser ewê yekê dike, ku posta serokê komara Iraqê ji Kurd re be. Gelo tekezîya li ser evê pirsê, girêdayî peywendîya navbera PDK û YNK ye? Yan hûn wê wek pirseka niştimanî û kurdistanî dibînin û ji ber ku neteweya kurd di Iraqê de neteweya duyem û serekî ye, divê yek ji du postên serwerîyê – serokê wezîran an serokê komarê – ji kurd re be?
Serokê kurdistanê: em kurd li Iraqê neteweya duyem in. Du neteweyên serekî li Iraqê hene; Ereb û Kurd in. Rast e sê postên serwerîyê hene û ew jî serokê komarê, serokê wezîran û serokê parliyamentê ne, belê desthilatdarîya bi kirdar hemû di destê serokê wezîran de ye. Belê ji me kurdan re û di evê qonaxê de, wergirtina posta serokê komarê bêtir tiştekî giyanî (manewî) ye. Ev cibiranek e û li beramber ewê zor û sitemê ye ya ku di nava salan de li kurd hatiye kirin. Ew bêjedanên ku di evê dawîyê de hinek alîyan dan û dan xuyakirin, ku kurd ne şayesteyê (ne musteheqê) posta serokê komarê ye, bi awayekî nadostane ew pirsa han pêşan dan. Ji ber evê çendê em wê ji mafê kurd dibînin û ji Iraqê jî re baştir e, ku heta kurdan dilhêsayî bikin, rêgirî li nik me nîne ewê postê biguherînin û posta serokê wezîran bidin kurd. Bê goman e ku ev nahê kirin. Ji ber evê yekê em weha baş dibînin, ku di evê qonaxê de posta serokê komarê ji kurd re be û ev ji Iraqê re jî baştir e. Em li ser evê pirsê rijd in. Mam Celal jî kandîdê me ye, ji ber ku ew ji bo evî karî guncayî ye (munasib e).
Gulan: wek em dibînin, Amerîka careka din hatiye nav prosesa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê. Gelo Amerîkayî wek alîyekî xêrê dihên nav evê prosesê, ji bo ku alîyên siyasî nêzîkî hev bibin? Yan hatiye da ku pestanê (zextê) bi kar bihîne, da ku bihêle alîyên siyasî sazişê (tenazulê) bikin û hukûmet pêk bihê? Heger Amerîka ev pestan xist ser alîyê kurdistanî jî, gelo hûn dê çawa dan û standinê bi rewşek weha re bikin?
Serokê kurdistanê: helbet Josef Biden du caran bi telefonê bi min re peyivî, ji ber ku dema ew hat Iraqê, ez ne li kurdistanê bûm. Min serdana Misirê kirbû û ez li Qahîre bûm. Dema ku ez vegeriyam jî, ew çûbû Waşington. Ji ber evê yekê, dema ez li Qahîre jî bûm telefona min kir. Dema ku ez hatim jî telefona min kir. Ez bi wijdan dibêjim, ku Amerîkayîyan ti pestan nexistine ser me. Me nezanîye jî, ku wan pestan xistibin ser ti alîyekî din. Bê goman bi Amerîkayîyan xweş e, ku hukûmeta Iraqê bi zûtirîn dem pêk bihê. Ji ber ku wan jî berjewendîya xwe heye û rêkevtina SOFA jî heye, da ku hêzên xwe vebikişînin. Bê goman dê ji wan re serbilindî û dilşadî be, dema ew hêzên xwe vebikişînin û rewşa Iraqê xweş be. Belê min nebihîztiye, ku wan pestan xistiye ser ti alîyekî. Bi vajîyê evê yekê, wan amadebûna xwe daye nîşandan, da ku bi rola xwe rabin.
Gulan: hûn weha nabînin, ku Amerîkayî pestanê bi kar bihînin, da ku evê rêya girtîya li ber evê prosesê vebikin?
Serokê kurdistanê: ez weha nabînim, ku ev pirsa han bi pestanê bihê çareserkirin. Divê hevtêgihîn (ji hev famkirin) hebe. Yan jî, heger her bi evî şêweyê niha ma û piştî du hefteyên din jî parliyament nikaribe kombûna xwe saz bike, divê em ber bi bijarînên (opşinên) din ve biçin. Di vir de pirs ev e; dema ku Iraqî bi xwe nexwazin pirsên xwe çareser bikin, dê Amerîka bikaribe çi bike? Dê pestanê bi kar bihîne yan rê nîşanî wan bide? Her çi ji van jî bike, bê sûd e.
Gulan: di nava evê rewşa aloz de, em dibînin ku serokê kurdistanê hinekî ji prosesa siyasî dûr e, yan serok kêm diçe Baxdadê. Bi vajîyê evê çendê, alîyên din ber bi Hewlêrê ve dihên. Belê di nava prosesên berê de me didît, ku serokê kurdistanê serdana Baxdadê dikir. Gelo komenta we li ser evê pirsê çawa ye?
Serokê kurdistanê: ewê demê her tiştekî ji sifrê dest pê dikir. Wek nimûne; li serdema encûmena hukmê nû, hemû tiştek dihat diristkirin. Ji ber evê yekê min pêdivê didît, ku ez biçim Baxdadê. Herweha, di pirsa destûrê jî de min pêdivê didît ez biçim Baxdadê û li wir bim. Belê niha hemû tişt û hemû dezgeh bi nêzîkayî ve, hatine damezrandin. Belê bi xerabî bi kar dihên. Niha parliyament heye, encûmena wezîran heye û encûmena serokatîyê heye. Li gel evê çendê jî, ez niha jî amade me ku biçim Baxdadê, heger ez bizanibim alîyên siyasî biryar li ser rêkevtinê dane. Ez amade me ku çi ji destê min jî bihê, ez dê bikim. Belê heta niha ne dîyar e, ka biryara rêkevtinê dane yan nedane.
Gulan: hûn weha dibînin, ku serokên alîyên serekîyên evê prosesê ji bo evê rewşê li hev kom bibin, da ku rêbuhurekê ji evê arêşeyê re vebibînin?
Serokê kurdistanê: wellahî heger ez bizanibim, ku serokên fraksiyonan û alîyên serekî biryar dane, ku çareyekê vebibînin, ez amade me wan daxwazî vir bikim û di xizmeta wan de bim, an jî ez bi xwe biçim Baxdadê. Belê ji bo evan guft û goyên ku heta niha hebûne, ez beşdarîyê nakim.
Gulan: gelo fraksiyona kurdistanî li gel kesê kandîdkirî guft û goyan dike, yan ti xeta sor li ber ti kandîdekî nîne û piştî ku ew bihê kandîdkirin, dê guft û goyan li ser bernameya wî bike?
Serokê kurdistanê: ji me re bername merc e.
Gulan: gelo cudayî di navbera ti kesan de nîne?
Serokê kurdistanê: cudayî heye. Ez hez dikim bi aşkirayî ji te re bibêjim, ku kes heye ji alîyê me ve ji kesekî din pesendtir e. Belê dîsan jî bername merc e. Daxwazên rewayên me kurdan hene. Ji ber evê çendê bernameya hukûmetê ji me re ji hemû pirsên din giringtir e. Ev jî girêdayî Iraqê ye û ne tenê girêdayî kurd e. Kîjan bername nêzîkî me be, em dê pê re rêkevtinê saz bikin.
Gulan: di hefteya derbasbûyî de me bihîzt, ku heger hêzên Amerîka ji Iraqê derbikevin, dê hêzên Neteweyên Yekbûyî cihên hêzên hevpişkên Pêşmerge-Iraq-Amerîka yên li deverên arêşedar bigirin. Gelo nerîna cenabê we li ser evê pirsê çawa ye?
Serokê kurdistanê: evaya gotinek e û hatiye gotin. Hîna ti tiştekî bi cih nîne û tenê evaya hatiye pêşinyarkirin. Belê naveroka pêkhata evan hêzan kî jî be, dê desthilatdarîya wan çend be û ji kuda be? Behsa evê naverokê nehatiye kirin. Ji ber evê çendê, hîna zû ye em nerînek temam di bareya evê pirsê de bidin.
Gulan: bi nerîna cenabê we prosesa siyasîya Iraqê ber bi kuda ve diçe? Hûn weha dibînin, ku dê rêbuhurek çê bibe?
Serokê kurdistanê: mixabin.. ewa ez dibînim ew e, ku ti tiştekî weha li ber çav nîne ku evê girêkê vebike.
PEYWENDÎYÊN HERÊMÎ, EREBÎ Û NAVDEWLETÎ
Gulan: bila em bihên ser pirsa peywendîyên herêmî, Erebî û navdewletî yên bi herêma kurdistanê re. Bi rastî ev alî ewqas giring e, ku heger ne ji ber pirsên navxweyîyên Iraqê û kurdistanê baya, me dê yekser ji evê xalê dest bi pirsa xwe birkira. Wek me di nava serdanên we yên evê dawîyê de dît û bi taybetî jî serdana we ya ber bi Turkiye û welatên Erebî ve, me hest kir ku peywendîya siyasî û diplomatîk a niha ya herêma kurdistanê, li jêr saya serokatîya cenabê we gihijtiye çi astekî, ku çend salan berî niha heger me behs bikira û bigota, ku dê herêma kurdistanê bigihêje ewî astî, dibû ti kesî ev mezende (ev texmîn) nekirba. Çawa serokê kurdistanê di maweyeka (muddeteka) kurt de (du-sê salan) ev formul guherand û ev siyaseta hevseng bi rê ve bir?
Serokê kurdistanê: berî niha hinek nerîn di bareya herêmê de çê bûbûn û ew nerîn şaş bûn. Hinekan weha dizanîn ku em ji bo wan gef in. Hinek alîyên din û dewletên Erebî weha dizanîn, ku em roleka negatîv li Iraqê encam didin û em arêşe ne. Gelekên din dixweztin arêşe û neserkevtina xwe bi me veşêrin. Belê niha ji wan hemûyan re hatiye xuyakirin, ku em ji ti kes û alîyan re ne gef in. Siyaseteka me ya rast heye. Em rastgo bûne. Em bi du zimanan nepeyivîne.. ango; em li nik wan bi awayekî bipeyivin û dilê wan xweş bikin û li vir jî, em bi awayekî din bipeyivin. Na.. siyaseta me li vir çawa bûye, me ji wan re jî heman tişt gotiye. Ez weha dibînim, ku evaya yek ji hokarên serekî bû, ku rastîya rewşê derxist. Bê goman e, ku em bi xwe re jî û bi wan re jî rastgo bûne. Em bi ti awayî ji wan re ne gef bûne. Bi vajîyê evê çendê, gelek tiştên hevpişk hene, ku dikarin berjewendîya herdu alîyan biparêzin. Rast e, me jî berjewendîya xwe heye, belê me li ser hesabê xelkên din berjewendîya xwe neparaztiye. Me xweztiye, ku xelkê kurdistanê jî sûdmend be. Belê ez dubare dikim, ku ji hemûyê giringtir rastgoyîya me bûye ya ku hişt, ew siyaset û nerînên xwe yên di bareya herêma kurdistanê de biguherin.
Gulan: li ser dirêjîya dîroka peywendîyên Erebî û herêmî yên bi dewleta Iraqê re, ne tenê hesab ji bîr û nerîn û berjewendîyên gelê kurdistanê re nehatiye kirin, belê peywendî jî li ser hesabê berjewendîyên gelê kurdistanê bûne û sosret bi serê kurd de dihatin. Belê niha çend lêkolînên giring li navendên lêkolînan ên li Amerîka li ber dest in û weha didin nîşandan, ku divê ev peywendîyana – bi taybetî jî yên bi Turkiye re – li angora bîr û nerînên herêma kurdistanê bin û pê re jî hevgirtî bin. Gelo cenabê serokê kurdistanê çawa evê guherîna giring û dîrokî ji gelê kurdistanê re şirove dike?
Serokê kurdistanê: wek min berî niha got.. berê nerînek weha li nik dewletên cîran hebû, ku kurd ji bo wan gef e û herdem kurd jêderê têkdana rewşa wan e. Ji ber evê yekê jî peyman bi hev re girê didan. Di hemû rûniştinên wan de pirsa kurd pirsa yekem bû. Heger di bareya pirsinî din de nerînên wan ji hev cuda jî bana, belê li ser pirsa kurd nerîna wan yek bû û yek hilwestê wan hebû û ew jî dijîtîya kurd bû. Heta gihijt ewî radeyî ku peymanên leşkerî bi hev re girê bidin, da ku milletê kurd serkut bikin û pirsekê bi navê pirsa kurd jî nehêlin. Belê evê siyasetê şkestin xwar. Ji ber ku ne siyasetek rast bû. Niha gihijtine ew qena`etê, ku divê siyasetek din bi kurd re bi rê ve bibin û ew jî siyaseta hevtêgihînê (ji hev famkirinê) û siyaseta qebûlkirina hev û siyaseta rewşa heyî ye, ku kurd milletek e û heye. Li şûna ku bi çavê dijmin li kurd binerin, bila bi çavê dost lê binerin. Ez weha dibînim, ku niha ew qena`et li nik wan dirist bûye û ev jî guherînek mezin e.
Gulan: me wek rojnamevan serdana cenabê we ya ber bi Si`ûdiye, Urdun û Misirê ve û biryara vekirina konsylxaneyên wan li herêma kurdistanê weha vexwend, ku nerîna niha ya dewletên Erebî û bi taybetî jî Misir, Urdun û Si`ûdiye ya li ser herêma kurdistanê, ne nerîna par û pêrar e. Niha dewletên Erebî mana herêma kurdistanê wek herêmeka federal di nava Iraqê de, wek yekparçeyîya Iraqê dizanin. Gelo cenabê serok heta çi radeyî piştevanîya evê vexwendina me dike? Gelo ev formula han a nû jî çawa dirist bûye?
Serokê kurdistanê: rast e.. berî niha pişka pirra dewletên Ereban li ser herêma kurdistanê xwedî nerînek xerab bûn. Weha dizanîn, ku em dê cuda bibin û em arêşeyan ji Iraqê re dirist dikin. Mixabin jî, ku dema gelek siyasetmedarên Iraqî jî diçûn ewan dewletan, nerastî di bareya kurd de digotin. Belê ew jî – ango dewletên Erebî jî – ji wan re hat xuyakirin, ku rola kurd roleka pozetîv e. Ew hemû pêzanînên şaşên ku ji wan re hatine veguheztin jî ne rast bûne. Herêma kurdistanê dikare ji hemû Iraqê re alîkarek mezin be û dibe ku wek dergeha aborî û bazirganîya bi Iraqê re jî be. Herçende, ku niha rewşa Iraqê nexweş jî be, belê ew dikarin ji herêma kurdistanê dest pê bikin. Di nava evê serdanê de ji min re jî hat xuyakirin, ku bi rastî ew nerîn hatine guherandin. Ez evê jî serkevtin dibînim. Ez dikarim weha bibêjim, ku ew nerînên negatîvên berê hatine guherandin û li şûna wan, nerînên pozetîv li ser herêma kurdistanê çê bûne. Bê goman, evaya xizmeta prosesa federalizma Iraqê jî dike.
Gulan: heger em niha li peywendîyên herêmî û Erebîyên bi herêma kurdistanê re binerin em dê bibînin, ku peywendîyeka hevseng bi dewletên dostên Amerîka re heye. Herweha, li dijî Amerîka jî ne. We çawa şiyaye evê diplomasîya hevseng dirist bikin?
Serokê kurdistanê: bi rastî.. me jî wek xelkên din berjewendîya xwe heye. Berjewendîya me jî – berjewendîya xelkên kurdistanê û Iraqê – ji karên me yên serekî ye. Rast e, ku em dostên Amerîka ne û peywendîya me bi pirranîya ewan welatên dostên Amerîka re heye, belê ev nahê ewê wateyê ku em li angora siyaseta welatekî din diçin, an jî her kî dijminê Amerîka be em jî li dijî wî bin û her kî dostê Amerîka be, em jî dostên wî bin. Ez bi aşkirayî dibêjim; em li angora berjewendîya milletê xwe reftaran dikin. Rast e.. niha peywendîyên navbera Îranê û Amerîka gelekî xerab in, belê ev nahê ewê wateyê ku em jî bibin beşekî şerrê navbera Îranê û Amerîka. Em ne ji bo Îranê tiştekî li dijî Amerîka dikin û ne ji bo Amerîka jî, tiştekî li dijî Îranê dikin. Ji ber ku ev pirs bi xwe jî ji me mezintir e. Wek dibêjin; bi rastî ev ne barê me ye. Me berjewendî û siyaseta xwe heye. Îranê jî welatekî cîranê me ye. Ne di berjewendîya me de ye, ku em bi Îranê re têk bidin ji ber ku Amerîka û Ewropa bi Îranê re têk didin. Belê di heman demê jî de, her tiştê ku Îranê jî bixwaze em nakin. Me siyaseta xwe heye û em serxwebûna biryara xwe diparêzin.
Gulan: li ser astê dewletên Yekîtîya Ewropa bi giştî û dewletên mezinên Yekîtîya Ewropa (Almaniya û Fransa) bi taybetî, astê peywendîyên herêma kurdistanê bilind e. Di nava serdana cenabê we de ya ber bi Fransa ve û dîdara we ya bi serok Sarkozî re, me hest kir ku ew serdan ne tenê li ser astê serokê dewletekê hatibû rêxistin, belê ew ast jî derbas kir û corekî dostanîya kevn û mezin da nîşandan. Gelo serokê kurdistanê peywendîyên navbera gelê kurdistanê û gelê Fransa – bi taybetî piştî evê serdana we ya ber bi Fransa ve – çawa ji gelê kurdistanê re radigihîne?
Serokê kurdistanê: peywendîya navbera min û serok Sarkozî kevn e û ji berî deh salan ve ye û hîngê wezîrê navxweyîyê yê Fransa bû. Ji hîngê ve peywendîya me bi hevdu re heye û ew bi rastî dostê kurd e. Dema ku ew wezîrê navxweyîyê bû, gelek ji kurd hez dikir û min berê jî gelek caran wî dîtibû. Her ji bo pêzanîna we jî, dema ku ew hat hilbijartin û bû serokê komara Fransa, ez yekem kes bûm ku min pîrozbayî lê kir. Ji ber ku hîngê ez bi xwe li Parîs bûm. Ew bi şevê hat hilbijartin û min serê sibehê wî dît û min pîrozbayî lê kir û ez ji Parîs derkevtin. Ji alîyê din ve, Fransa dewleteka giring e û ji damezrênerên Yekîtîya Ewropa ye û endama herdemîya encûmena asayişê ye. Li ser astê Ewropa û cîhanê jî, dewleteka mezin e û bi bandor e. Ez tekez dikim, ku ew bîrdoza (yadaştnameya) me bi wezîrê derveyê Fransa Bernard Koçner re muhr kir – ku ew jî dostekî kevnê kurd e û dostê min bi xwe ye – dê bandora xwe hebe. Tiştekî gelek mezin e dema ku Fransa bi şiyanên (karînên) xwe û mezinayîya xwe ve, ji bo avakirina jêrxaneya kurdistanê derbasî kurdistanê bibe. Herweha, ev dê bibe egerê (sebebê) ku dewletên dinên Ewropa jî bihên paldan û ew jî derbasî nava kurdistanê bibin. Ev jî dihê ewê wateyê, ku derîyekî mezin li ber herêma kurdistanê vedibe û ew jî, bi rêya peywendîyên bi Fransa û Almaniya re dibe. Em ji Xweda razî ne, ku peywendîyên me yên gelek baş, bi pirranîya dewletên Yekîtîya Ewropa yên wek Îtaliya û Brîtaniya re hene. Belê peywendîyên me yên bi Fransa re, bi ewê bîrdozê hat rêxistin û ji ber evê çendê, em dê karê serekî yê xwe bidin ser ewê peywendîya ku me bi Fransa re dirist kiriye.
Gulan: muhrkirina bîrdoza hevtêgihînê di navbera Fransa û herêma kurdistanê de – bi taybetî ku ev bîrdoza han bi zimanê Fransayî û Kurdî hatiye nivîsandin – wek rêzdar Bernard Koçner di dîdareka xwe de ya bi Gulan re da xuyakirin, ku ew dê ayindeyê (paşeroja) peywendîyên navbera Fransa û kurdistanê dîyar bike. Gelo serokê kurdistanê jî bi evî awayê giring li evê bîrdozê dinere? Gelo çi sûdeka evê bîrdozê ji herêma kurdistanê re heye?
Serokê kurdistanê: gelek biwarên wek biwarê tendiristîyê, perwerdeyê, siyasetê, aborîyê, xizmetguzarîyê, geştevanîyê û şûnwaran, di nava evê bîrdozê de hene. Bi rastî bîrdozeka giştgîr e û di hemû biwaran de ye. Evaya pêngaveka corane bû yan wek Ereb dibêjin Neqle New`iyye (gaveka corane) bû.
PIRSINÎ GIŞTÎ Û CORANE (COR BI COR)
Gulan: Gelo posta serokatîya herêma kurdistanê, ti biwarek ji serokê kurdistanê re hiştiye, ku tê de bikaribe hinek demên xwe ji hez û vînên xwe re – wek xwendinê – berdest bike? Gelo biwarê xwendinê ji cenabê serok re maye? Heger biwar jî hebe hûn çi dixwînin?
Serokê kurdistanê: bi rastî biwarekî gelek kêm ji min re hiştiye. Belê dîsan jî ez herdem pîkolê dikim, da ku hinekî derfetê bibînim da ku bixwînim. Xwendina min jî corane ye (cor bi cor e). Ez bêtir ewan perrtûkan dixwînim, ewên ku li ser kurdistanê yan Iraqê ne û yan jî, li ser bûyereka mezina cîhanê hatibin nivîsandin. Ez bîranînên ewan kesan jî dixwînim, ewên ku di biwarê diristkirina dîrokê de yan di biwarê guherîna rewşeka heyî de bi bandor bûne. Ez hinek caran jî perrtûkên wêjeyî (edebî) û dîwanên helbestvanan dixwînim û ez ji insayklopediyayan hez dikim. Ez hinek caran jî,perrtûkên leşkerî dixwînim û bi taybetî jî ewên ku di bareya firrokeyan de ne.
Gulan: me bihîzt ku cenabê we berê piştevanê tîpa Almaniya ya fûtbolê bû. Belê niha piştevanê tîpa Îtaliya yî. Piştî ku ew herdu tîp ji mondiyala evê salê dûr kevtin, gelo cenabê serok li lîztinên mondiyalê dinerî? Heger we lê dinerî, we piştevanîya kîjan tîpê dikir?
Serokê kurdistanê: bi rastî ez ji fûtbolê hez dikim û min berê lîztina fûtbolê jî dikir. Dema ku ez xwendevan bûm, carekê di nava lîztina fûtbolê de destê min şkest. Bila em bihên ser pirsa te.. gelek kêfa min ji tîpa Almaniya re dihat, belê ew derkevt. Di sala 1991 jî de – ku ez ticaran ewî hilwestî ji bîran nakim – hemû lîzvanên tîpa Îtaliya fûtbolek ji min re şandibûn û li ser nivîsandibûn: Li gel rêz û xoşewîstîya me ji kurdistanê re. Ev jî wek peywendîyeka dostane bû. Belê di lîztina dawîya mondiyalê de û ji ber ku pirranîya lîzvanên bijardeya Spaniya lîzvanên yaneya (kluba) Berselone ne û ewan lîzvanan ewqas bi rêz û ciwanî dilîztin, mirov ji ber xwe ve hez dikir ku bijardeya Spaniya bibe û bi ser bikeve. Ji wan re jî pîroz be. Herweha, gelekî kêfa min ji Mesî û lîzvanên Berselone re dihê. Ew bê sînor bi rewişt û rêzdar in. Helbet min dixwezt Almaniya bibe û ku Almaniya derkevt, kêfa min hat ku Spaniya bir. Ew jî bêtir ji ber ku lîzvanên Berselone li nik min rêzdar in.
Gulan: niha cenabê serok bi xwe werzişê (sporê) dike? Heger hûn werzişê jî dikin, hûn çi corê werzişê dikin? Gelo hûn rojane werzişê dikin, an ku we dem hebe hûn werzişê dikin?
Serokê kurdistanê: belê.. ez niha jî rojane werzişê dikim. Ez serê sibehê zû ji xew radibim û her çawa jî be, divê ez werzişa xwe bikim.
Gulan: me bihîztiye ku cenabê we li muzexaneya Lover a li Parîs gelek hez kir, ku hûn daneya (kopîya) resen (eslî) ya Monalîza bibînin. Ev weha dide nîşandan, ku cenabê serok ji huner hez dike. Gelo hûn ji hunerê nîgarkirinê û şêwekarî hez dikin an jî, hûn bi şêweyekî giştî ji huner hez dikin?
Serokê kurdistanê: ez bi şêweyekî giştî ji huner hez dikim. Belê bi awayekî taybetî jî, ez ji nîgarkirinê û tabloyan hez dikim. Di bareya tabloya Monalîza jî de ew tablo gelek navdar e. Di evê dawîyê de min di govarekê de mijarek xwend û li ser wê dibêje; ku piştî vexwendinek dirêj hatiye xuyakirin, ku nexweşîya şekir bi Monalîza re hebûye û ji ber evê yekê dêmên wê weha dîyar in. Min ew careka din jî dîtibû, belê min bi hûrbînî lê nenerî bû. Ji ber evê yekê, min xwezt ez dubare wê bibînim û bi hûrbînî lê binerim. Belê bi rastî ez nizanim ka ew bîr û nerîna han rast e yan ne rast e.
Gulan: mûzîk û stiran alîyekî din in.. gelo cenabê serok dixwaze guhdarîya çi mûzîkekê bike û bêtir guhdarîya kîjan stiranbêjan dike?
Serokê kurdistanê: belê.. ez gelekî ji mûzîkê û stiranan hez dikim. Ji kevn ve jî min ji wan hez dikir. Her dema ku min şiya be, min gelek rêz ji hunermendan re girtiye. Belê bi rastî ez gelekî ji stiranên klasîkî hez dikim. Ez gelekî ji stiranên kurdî hez dikim û bi taybetî jî, ji dengên hunermendên wek Muhemmed Arifê Cizrawî, Tahir Tewfîq, Tehsîn Taha û Hesen Zîrek hez dikim. Ji bo sirûdên niştimanî jî, ez ji dengê Fu`ad Ehmed û Şivan Perwer hez dikim. Niha jî hunermendên jêhatî û dengxweş hene û li ser astê huner, mûzîk û stiranên rojhilatî jî, ez ji stiranên klasîkîyên Erebî, Farsî û Turkî jî hez dikim.
Gulan: me weha jî bihîztiye, ku cenabê we pirranîya helbestên Melayê Cizîrî derx kirine. Gelo ji bilî helbestên Melayê Cizîrî, hûn helbestên kîjan helbestvanên dinên kurdistanê dixwînin?
Serokê kurdistanê: ez gelekî ji helbestê hez dikim. Rast e ne pirranîya wan, belê min hinek helbestên Melayê Cizîrî derx kiriye. Piştî wî, ewê ku gelekî kêfa min jê re dihê Wefayî Mehabadî ye. Herweha, kêfa min ji helbestên Ehmedê Xanî re dihê û min dîwanên pirranîya helbestvanan dîtiye. Belê kêfa min ji evan hersêyan re dihê.