• Monday, 29 April 2024
logo

Eleqeya ji bo Iphone 5 li Kurdistanê ne zêde ye

Gulan Media September 26, 2012 Corane
Eleqeya ji bo Iphone 5 li Kurdistanê ne zêde ye
Şirketa Apple di derbarê hejmara firotinên Iphone 5 de diyar kir ku di van her sê rojên destpêkê de 5 milyon heb hatine firotin. Li başûrê Kurdistanê jî tê hêvîkirin ku Iphone 5 piştî 4 rojên din bikeve bazarê.
Modela Iphone ya herî dawî derketibû 4 S bû û di hefteya yekemîn de 4 milyon heb hatibûn firotin. Şirketa Apple herwiha da zanîn ku bi mehan pêşiya Iphone 5 derkeve bazarê, bi awayekî rekorî Iphona nû ji hêla kesên bi kelecanî li bendê bûn hatine qewêtîkirin.
Ji hêla din ve birêveberê Apple Tim Cook bal kişand li ser wê yekê ku Iphonên nû yên wan rêkirine firoşgehên fermî yên Applê hamû ji hêla mişteriyan ve hatine kirîn û ew bi lezgînî di nava bersivdayina daxwazan de ne. Ji ber daxwazek bilind ji bo Iphone 5 heye, goman hene ku Apple bikaribe ku di demên dixwazê de bikaribe Iphonan bigihîne hemû welatên cîhanê.

´Haya mişteriyên kurd ji sîm-kartan nîne`

Ji hêla din ve li gor agahdariyên me bi dest xistin modela Iphone 5 wê piştî 4 rojên din bikaribe li Herêma Kurdistanê jî were bidestxistin. Elaqeye li Kurdistanê ji bo Iphone 5 tê nîşandan, li gor eleqeya li cîhanê kêm e. Ji şirketa telefonên mobîl a bi navê City Tower, Cemal Îsmaîl di derbarê elaqeya mişteriyan a ji bo Iphone 5 ji Rûdawê re wiha axifî: "Eleqeya mişteriyan ji bo Iphone 5 ne kêm e û ne zêde ye. Iphona nû ne wekî yên berê bi micro sim-kartan lê belê bi sîm-kartên nano kar dike. Operatorên telefonan li Kurdistanê di vî alî de bêhazirî ne. Herwiha haya mişteriyan jî zêde ji vê yekê nîn e."

Di derbarê buhayê Iphone 5 de jî hate diyar kirin ku niha buhayê wê yê bazarê li Kurdistanê 1200 dolar e. Lê belê tê texmînkirin ku ev buha wê di nava mehekî de dakeve 800 dolaran.

Rudaw
Top