• Monday, 29 April 2024
logo

Baştirîn Iphona hemû wextan derket

Gulan Media September 13, 2012 Corane
Baştirîn Iphona hemû wextan derket
Bendewariya hezkerên Iphonê pêk hat û Iphone 5 ji hêla şirketa Apple ve hate danasîn. Di Iphona nû de di warê dîzaynê de guhertinên berbiçav nîn in lê belê ji yên berê mezintir, siviktir û zûtir e. Li ser pergela nû ya Iphonê surprîzeke din jî pergala girêdana înternetê ya LTE ye. Bi girêdana înternetê ya LTE dikare daxistin bi lezbûnek 100 megabît di saniyê de were kirin.

Iphona nû bi 112 gramanên xwe ji pêncan yek ji ya berê siviktir e. Şaş a berê 8,9 cm bû û ya nû jî 10,16 cm e û bi vî awayî bêhtir app dikarin li ser şaşê were dîtin.Di Akkuya Ipona nû de pêşketin jî hene. Li gor agahdariyan mirov dikare heta deh saetan an li videoyan temaşe bike an jî bikeve di înternetê de.Hêjayî gotinê ye ku di rojên pêş de wê firotina Iphone 5ê li gelek welatan destpêbike û herwiha ji 19ê îlonê û pê de jî pergela xebatê IOS 6 wê li ser Iphonên kevin jî bikaribe were daxistin.

Rudaw
Top