• Monday, 29 April 2024
logo

Mirov dikare mudaxeleyî xewnan bike!

Gulan Media September 11, 2012 Corane
Mirov dikare mudaxeleyî xewnan bike!
Pisporê Norolojiyê Bijîşk Mehmet Yavuz, diyar kir ku bi norofarmakolojiya îroyîn mirov dikare di xewnê de kâbus çêke lê nikare xewneke tê xwestin pê bide dîtin.

Di nav gel de baweriyek heye. Her wekî di xewnan de îşaretên ji bo tiştên dê di jiyana rastîn de pêk bên hene. Lê zanistiya nûjen vê yekê qebûl nake. Mirov dikare xewnan bi dermanan asteng bike, lê nikare xewn bide dîtin. Pisporê Norolojiyê Bijîşk Mehmet Yavuz, diyar kir ku zanistiya xewnan mijareke ji aliyê zanist û lêkolînvanan ve gelek tê meraqkirin e û wiha got: "Li ser xewnan gelek pirtûk hatine nivîsandin. Şirovekirina xewnan salên borî meziyetek girîng bû. Dîroknas jî dibêjin ku keşeyên Babîlê di vê mijarê de gelekî bipêş ketine." Yavuz da zanîn ku mirov yek ji sê parên jiyana xwe di xewê de derbas dike û wiha pê de çû: "Di dema xewê de mirov tavilê xewn dibîne. Xewn bi piranî di serdema REM a xewê de di demeke pir kin de tên dîtin. Dema mirov xewn dibîne, qapaxê çavê mirov dilerize. Dema xewn dîtinê pir kin e, ji deqîqeyek zêdetir nîne. Lê dîsa jî mirov dikare tiştên hatine dîtin bi saetan vebêje. Mirov nikare mudaxaleyî xewna kesan bike."

Rudaw
Top