London dîsan bû “paytexta cilan” di cîhanê de
![London dîsan bû “paytexta cilan” di cîhanê de](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/londion0987.jpg )
Di destpêka heftiya cilan de li New Yorkê, London karîbû di sala duyemîn li pey hev de pêşengiya paytextên dinyayê bike di warê cilan de.
Di wê heftiyê de, dîzayner û nimayişkarên cil û kincan li hev dicivin û bêtirî 116 hezar kes beşdariya çalakiyê dikin.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, di rêzbenda paytextên cilan de, New York pileya 2yê bi dest xist û pey re jî Barcelona, Paris û Madrid hatin.
Paul Payack serokê kompaniya “Global Lanjuidj Monitor” ku encamên salane yê wê pêşbirkê kom dike aşkere kir ku Kate Middleton û Olompyada 2012 du sedemên girîng bûn ku London îsal jî wek paytexta cilan di dinyayê de bimîne.
AKnews