• Thursday, 02 May 2024
logo

Dayika wî forma Oxfordê di tenûrê de şewitand

Gulan Media September 3, 2012 Corane
Dayika wî forma Oxfordê di tenûrê de şewitand
Li navçeya Mêrdînê Qoserê xortê kurd yê 17 salî Şeyhmus Kino îsal perwerdeya lîseyê bi serkeftî qedand. Li gor nûçeya Radikalê, Kino tevlî pêşbirkeke şêwekariyê li bajarê Almanya Mannheimê bû û bû yekemîn û nêzîka 150 hezar Euro pere qezenc kir. Kino ev pere xerc nekir û şand Somaliyayê bo xelkên birçî û ev hewldana wî li Mêrdînê deng veda.


Lê di van rojên dawî de bûyerek din hate serê xortê zîrek. Li Tirkiye û Brîtanyayê çendîn zanîngehan ew bo xwendinê vexwendin û Zanîngeha Oxfordê ya Brîtanyayê jî mafê xwendina bi bursê da Kino. Lê dayîka wî ya 42 salî Leyla Kino, dema agirê tenûrê pêxist, bi şaşîtî kaxiza ku ji Oxfordê hatibû sewitand. Şeyhmus Kino kaxizên ku ji zanîngehan bo wî dihatin li pişta derî vedişart û got, “Wan rojan ez hatim mal û min xwest ez li wan kaxizan binêrim. Lê min dosya nedît. Min ji dayika xwe pirsî û dema wê bersiv da dinya li serê min xira bû. Dayika min dema ku agirê tenûrê pêdixe kaxiz û rojnameyên berê bikartîne û wê rojê çûye dosyaya min şewitandiye.ˮ Di dosyayê de agahiyên derbarê serlêdana zanîngehan û rêbazên çûyîna wî bo zanîngehan hebû. Kino got, “Min telefonê Oxfordê kir û ji wan re behsa bûyerê kir, lê ti kes nebû ku alîkariya min bike.ˮ

Bavê Şeyhmus Kino karker e, 5 zarokên wî hene û rewşa wan a aborî jî xirab e.

Rudaw
Top