• Friday, 03 May 2024
logo

Ji bo felcê derman hat dîtin

Gulan Media September 1, 2012 Corane
Ji bo felcê derman hat dîtin
Li gorî du lêkolînên nû yên hatine kirin, ji bo paqijkirina pixtîbûnên xwînê yên di mêjiyê nexweşên felcê de, êdî dê torên biçûk bên bikaranîn. Bi saya van torên biçûk, fonksiyonên mêjî paşve tên.

Di kovara tibê ya Lancet a li Emrîkayê tê çapkirin de, ji bo nexweşên felcî mizgîniyek hat dayîn. Di kovarê de 2 lêkolînên nû yên li ser nexweşîna felcî hatin weşandin. Li gorî encamên van herdu lêkolînan, dema ku xwîn pixtî dibe, nahêle oksîjen here mêjî. Ev jî dibe sedem ku mirov felcî an jî lal bibe. Heta niha, dermanên cuda cuda yên ji bo vekirina rehên xwînê metodên cuda cuda dihatin bikaranîn.Dema ku xitimandina rehên xwînê destpê kir, gerek ev derman heta çend saetan bên bikaranîn. Lê hemû nexweş nikarin van dermanan bikar bînin. Her wiha lûleyên ku di rehên xwînê de tên bicîkirin, dema xwîn dixitime, tê leqandin û nahêle mêjî bê oksîjen bimîne. Ji niha û pê de wê qefesên biçûk bên bikaranîn. Ev qefes di nav rehê xwînê de tên bicîkirin, dema pixtî çêdibe, tavilê dikeve dewrê û vê xwîna pixtî bûye, heps dike. Dema ev qefes ji canê mirov tê derxistin, pixtî jî derdikeve. Di encama bikaranîna vê metodê de, ji 113 nexweşên hatin dermankirin, 58 kes baş bûn. Fonksiyonên mêjî yên wan bi tevahî paşve hatin.

'Ji sedî 70 heta 90'ê rehên xwînê vedikin'

Di metoda bi lûle de, ji sedî 33 kes baş dibûn. Yek ji lêkolînerên vê nexweşînê, Prof. Jeffrey Saver ê ji Zanîngeha California ye. Saver got ku ev teknîk di pêşerojê de wê zêdetir bê bikaranîn ji ber ku ev ji dermankirina bi rêya dermanan, bi ewletir û bandortir e. Saver, wiha got: "Dermanên pixtîbûnê asteng dikin, tenê dikarin ji sedê 40'ê rehên xwînê ji nû ve vekin. Ev torên biçûk, ji sedî 70 heta 90'ê rehên xwînê vedikin. Her wiha ev metod li ser nexweşên ku nikarin dermanên xwînê avî dikin bikar bînin jî, dê bê pêkanîn.''

Rudaw
Top