• Thursday, 02 May 2024
logo

Mirovê 128 salî, 29 serhildanên Kurdan jî dîtine

Gulan Media August 25, 2012 Corane
Mirovê 128 salî, 29 serhildanên Kurdan jî dîtine
Mehmet Esen yê 128 salî, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, li 3 enîyan şer kiriye û di temenê xwe de 29 serhildanên Kurdan jî dîtine. Dibêje li Lozanê Kurd hatine xapandin.
24 Tebax 2012 În 13:18

Mehmet Esenê Kurd yê ku hemwelatiyê Komara Tirkiyê ye, temenê wî niha 128 sal in. Mehmet Esen, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, tam li sê enîyan şer kiriye. Ku qala wan rojana dike dibêje ku, di şer de, ji ber birçîbûnê me çarixa xwe xwar.

Di jiyana xwe de gellek tişt dîtine. Ji 29 Serhildanên Kurdan re jî govanî kiriye. Wî hemû serhildanên Kurdan jiya ne.

Mehmet Esen, li gorî nûçeya DÎHAyê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) wiha gotiye, "li Lozanê Kurd rasta îxanetê hatin û ev welata me bi hev re şer kir û avakir lê, dûra leşker hatin gundê me ji erdê re kirine yek."

Avestakurd
Top