• Thursday, 02 May 2024
logo

Sporvanê kurd Aloyan di olîmpiyatan de madalya Brons girt

Gulan Media August 13, 2012 Corane
Sporvanê kurd Aloyan di olîmpiyatan de madalya Brons girt
Di lîstikên Olîmpiyatên 2012'an a li Londonê de, boksorê kurd Mikaîl Aloyan madalyaya bronz girt.

Lîstikên Olîmpiyata 2012'an ên li Londonê, didomin. Boksorê kurd Mîkaîl Aloyan ê ku ji bo madalyaya 52 kîlo zîv têdikoşiya, piştî ku li hemberî boksorê Moxolîstanî Sok Tu Membayaro bin ket, bû sêyemîn. Sporvanê kurd ku li ser navê Rûsyayê beşdar bû, di sala 2005 û 2006'an de di baskê ciwanan de li Rûsyayê madalyaya zêrîn girtin û di sala 2010'an de li Ewropayê, di sala 2011'an de jî li Rûsyayê bû şampiyon.

Aloyanê kurd ku êzidî ye, di 23’ê tebaxa 1988’an de li gundê Bambakasatê ji dayîk bûye. Di sala 1997’an de çû bajarê Novakuznetsk ê Rûsyayê û li vir dibistana navîn qedand. Piştre çû Fakulteya Huqûqê, piştre jî Enstîtuya Gel a Moskowê qedand û xebatên xwe yên sporê berdewam kir. Sporvanê kurd cara yekem, di sala 2005 de li bajarên Kemerovskaya û Novosibirsk çû ser rîngê. Piştre li ber destê boksorê navdar ê cîhanê Eduard V. Kravtsov xebitî. Aloyan xwediyê navê yek ji sporvanên herî baş ên Rûsyayê ye.

Misha Aloyan wekî Mikaîl tê naskirin

Rudaw
Top