• Friday, 05 July 2024
logo

Li vî bajarî dizî ji bo xizanan serbest e

Gulan Media August 13, 2012 Corane
Li vî bajarî dizî ji bo xizanan serbest e
Li bajarokê Marînaleda ya herêma Endulus a Îspanyayê Şaredarê komunîst ê bi navê Manuel Sanchez Gordîllo, ji xizanan re got "Ez destûr didim we ku hûn ji supermarketên dewlemend ji bo xwe tiştan bidizin."

Şaredarê bajarokê Marînaleda yê herêma Endulus a Îspanyayê Manuel Sanchez Gordîllo ku li derdora xwe wekî komunîst tê nasîn, ji xizanan re, ji bo ku bikaribin zikê xwe têr bikin, dizî serbest kiriye. Li gorî nûçeya rojnameya îngilîzan a bi navê Daîly Telegraphê, Gordîllo got: "Ji bo ku çend malbat xwarinê bixun, divê hin kes tiştekê bikin." Gordîllo, ev 33 sal in şaredartiyê dike. Di nav organîzasyonên diziyê de ew bi xwe cih nagire, lê dema dizî tê kirin, li derve disekine, bi megafonê, dîrektîfan dide.

'Robin Hoodê Îspanyayê'

Çend roj beriya niha supermarketa bi navê Carrefour a ku aydî fransiyan e, hat şêlandin. Herî kêm 10 kes tevlî bûyerê bûn. Tûrikên vala girtin dest xwe, bi şîr, şekir, rûn û miqarne tije kirin. Sanchez, got ku ev şêlandin, sembolek e û wiha pê de çû: " Niha mirov hene ku tiştekî ji bo xwarinê nabînin. Me jî got em xwarinên bingehîn kom bikin, bidin van malbatan, da ku qet nebe bila bikaribin li mala xwe şorbeyek çêkin." Gordîllo, ji ber vê yekê di nav gel de wekî 'Robin Hoodê Îspanyayê' tê pejirandin.

Rudaw
Top