• Friday, 03 May 2024
logo

Di Facebookê de 83 milyon navên sexte hene

Gulan Media August 7, 2012 Corane
Di Facebookê de 83 milyon navên sexte hene
Ji her sed bikarhênerên Facebookê neh jê navên sixte bi bikar tînin. Ev navên sixte piranî li welatên mîna Tirkiye û Endenozyayê têne tomarkirin.
Malpera medyaya civakî Facebook rapora xwe ya borsayê weşand û li gora wê raporê ji 995 milyon bikarhênerên aktîf ên Facebookê 83 milyon navên xeyalî bi kar tînin. Ji her sed bikarhêneran, neh ji wan bi piranî navên ku ne navê mirovan e bi kar tînin. Facebookê diyar kir ku ew hewl didin vê rewşê bi sînor bikin an jî bi giştî dawiyê li vê yekê bînin.

Birêveberiya malpera Facebookê herwiha di rapora xwe de destnîşan kir ku ji bikarhêneran bi giştî derdora sedî 1,5 bi mebesta e-mailên ne li ser rê bikarbînin û sedî 4,5 bi ҫend navan endamên wê ne. Herwiha di Facebookê de ji sedî 2,4 navên lawir û tiştên din ên dijîn in.

Malpera Facebook wekî malpera sereke ya medyaya civakî tê zanîn. Peyva ingilîzî ´Facebook´ di kurdî de tê wateya ´pirtûka rû´. Xwediyê malperê Mark Zuckenberg ku niha 26 salî ye, di sala 2004an de Facebook kire di xizmetê de.

Rudaw
Top