• Friday, 03 May 2024
logo

Jinên werzişê dikin kêmtir rastî penceşêra memikan tên

Gulan Media August 4, 2012 Corane
Jinên werzişê dikin kêmtir rastî penceşêra memikan tên
Li gor jinên ku werzişê nakin, ew jinên ku bi awayekî navîn werzişê dikin kêmtir rastî penceşêra memikan tên.

Li gor encamên lêkolîneka zanîngeha North Carolina ku di nav 3 hezar jinên asayî û yên bi nexweşiya penceşêra memikan ketine hatiye kirin, jinên ku di temenê ciwaniyê de çalakiyên sporê dikin, yan bi awayekî din aktîv tevgeriyane, kêmtir rastî vê nexweşiya penceşêra memikan dibin di temenê qutbûna gera wan a mehane.

Nivîsera lêkolînê li zanîngeha North Carolina. Loren Maccilovi, dibêje: “Sedemek heye, daku baweriya me bi wê yekê bê ku spor nexweşiya penceşêra memikan kêm dike, ew jî ew e ku spor wan dohnan kêm dike ku girêdayî asta bilind a hinek hormonan e, herwiha hinek ji madeyên ku werimînê di laş de geş dikin.”

Çalakî û tevgera laş bandoreke mezin li ser bihêzkirina sîstema bergiriya laş dike, nemaze şiyana laş ji bo nehiştina şaneyên qediyayî yan têkçûyî.

Rudaw
Top