• Friday, 03 May 2024
logo

30'emîn lîstikên olîmpiyatê dest pê kir

30'emîn lîstikên olîmpiyatê dest pê kir
Şvê din (27/7/2012) li paytexta Îngîltere Londonê 30'emîn lîstikên Olîmpiyatê di nava şahiyeke bedew û balkêş de destpêkir.
28 Tîrmeh 2012 Şemî 09:29

Şahiya olîmpiyatê ku ji aliyê mîliyarek kes ve li ber ekranên televîzyonan dihate temaşekirin ji aliyê kesayetiya navdar di warê wergirtina xaltên Oscar de ku di 8 şaxan de xelatên Oscar wergirtine û bi xwe derhênerê filmê Mîliyondêr Slumdog Danny Boyle ve hat vekirin. Yarîgeha Olîmpiyatê weke gundekî Înglîz hatibû avakirin.

Gund bi şêwazekî hatibû avakirin ku; Qaz, Bizin, Çêlek, Hesp, Ordek, mirşîk cîh tê de bigirin û paşê Brîtaniya mezin çawa avabû hate nîşandan.

1o hezar kesî di şahiya olîmpiyatê de cîh girtibû û ji bo şahiyê 27 mîlyon Sterlîn ha xerckirin. Di vê şahiyê de dîroka Înglîz, dîroka şoreşa pêşesaziya Îngîlz û pêşketina wê ku heta îro tê bi lîstikan û şêwzeke ciwan nîşan dan. Hêjayî gotinê ye, ev bû cara seyemîn ku London malavahiyê ji lîstikên Olîmpiyatê re dike. Cara yekem li sala 1948, bû, cara duyem li sala 1980'î bû û cara sêyem jî îsal (2012) bû.

Avestakurd
Top