• Friday, 03 May 2024
logo

Kuwêt: Zewac û Doktora belaşe

Kuwêt: Zewac û Doktora belaşe
Endamekî ji malbata desthilatê ya Kuwêtê ragehand ku ewê 60 milyon dînarê Kuwêtî ku dike (215 milyon dolar Amerîkî) ji serweta xwe pêşkêşî welatiyên ku li ber deriyê (Jinanînê /zewajê) û yên ku deyin kirine ji bo bi desthînana dîploma doktorayê, bike.

Li gor ajansa Frans Presê belavkiriye ku, Şêx Salêm Elî Sebah di beyannamekê de belavkiriye ku, her Kuwêtiyek bi welatiyeka Kuwêtî re hevjîniyê /zewacê bike wê 21400 dolar bistîne, her weha her kesekî deyindar wê 14300 dolar wergire.

Her weha Elî Sebah yê ku serokayetiya zêrevanên niştimanî dike cawmêrî û merdiya xwe li hemberî kesên ku dîploma doktorayê wergirtina nîşan da û soz da ku 71500 dolar bide her yekî ji wan.

Hate ragehandin ku ev xelat ew kesên ku niştecihê Kuwêtê nagire ber xwe.

Xendan
Top