• Friday, 03 May 2024
logo

Piştî 50 salan bi rêya facebookê diya xwe dît

Piştî 50 salan bi rêya facebookê diya xwe dît
Piştî zewicî zarokek wê çêbû. Lê ji ber rewşa aborî hevjînê xwe hêla. Zarok a keç jî hêj berşîr bû. Piştî 50 salan bi rêya facebookê diya xwe dît.

Li gor malpera The Huffington Post, keça bi navê Joan Wehrmeyer li bajarê New Jersey yê Emerîka ligel Richard Batwin yê 17 salî dizewice. Piştî demekê keçeka wan a bi navê Stephanie tê dinyayê.

Lê ji ber rewşa aborî Joan malê dihêle û diçe. Stephanie careke din dizewice, hevjînê wê soz dide ku diya wê bibîne. Di dawiyê de paşnavê diya xwe bi rêya facebookê nas dike. Piştî 50 salan keç û dê di nava rondikan de hev hemêz dikin.

Avestakurd
Top