• Thursday, 02 May 2024
logo

Jin dikare ji bo heta hetayê zarokan bîne

Jin dikare ji bo heta hetayê zarokan bîne
Piştî dahênaneke nû di neştegeriyê de doktoran ragihandin, jin dikare bi dirêjiya temenê xwe de du giyanî bibe, ew jî piştî bicihanîna neştegeriyeke serkeftî di hêkdanê de û herwiha paşxistina rawestana gera mehane û destpêkirina temenê bêhêvîtiyê.

Doktor dibêjin ew teknolojiya nû ku beşekî ji hêkdanê radike û hilgirtina wê heta çend salan, pişt re vegerandin bi riya neştegeriyê, dikare bi awayekî karîger temenê bêhêvîtiyê yê jinan rawestîne.

Omkary Panwar di temenê 70 saliyê de cêwiyek (kur û keçek) anîn, bi vî rengî neştergerî li nexweşxaneya Muzefernager li Hindistanê, cêwî mehekê berî dema jidayîkbûna xwe bi riya neştergeriya qeyserî hatin dinyayê. Piştî neştegeriyê mêrê 77 salî yê Omkary got: “Nirxê çareserî û jidayîkbûna van zarokan pir giran bû, lê ji ber ku ez bûm bavê kurekî hest dikim dinya hemû ya min e, dikarim bi kêfxweşî bimirim û bavekî kêfxweş bim.”

Doktor diyar dikin ku tekane tiştek ku bikare rê li ber avisbûnê bigire, kêmbûna şiyana jinê ye ji bo hilgirtina zarok di zikê xwe de.

Bi giştî kêşeya piraniya jinan a diravî û dîtina hevseran heye di destpêka temenê wan de, derketina vê teknolojiyayê jî wisa dike jin bikarin sermayeya pêwist bi hev ve bikin da ku zarokên xwe bi başî perwerde bikin.

Doktorê neşterger li nexweşxaneya Saint Luke li bajarê Saint Luis li Emerîka Sherman Spiller ku di 11 niştergeriyên çandina hêkdankan de beşdarî kiriye dibêje: “Jinên îro ji sedî 50 derfeta wan heye sed salî bijîn, ev jî tê wateya 50 salî di temenê bêhêvîtiyê de dijîn.”

Sherman da zanîn ku ew neştergerî berî 8 salan hatiye kirin û heta niha jî her serkeftî ye, ev jî tê wateya ku êdî ev teknolojiya rast e û êdî nabe li jêr testê bimîne.

Berî bawerî wiha bû dikare jinek neştegeriyeke bi vî rengî derbas bike tenê ji bo dema 9 mehan yan zêdetir bikare zarokan bîne, lê niha ew bawerî guheriye.

Yekemîn neştergeriya serkeftî ya bi vî rengî sala 2003an li Belcîka hat bicihkirin û piştî salekê zarok ji dayik bû, yek ji nexweşên Dr. Sherman jî piştî ku 12 salan di temenê bêhêvîtiyê de bû, bi riya çandina hêkdankan zarokek anî.

Ji bilî ku hinek jin dixwazin piştî temenê bêhêvîtiyê zarokan bînin, lê piraniya jinên ku ew neştergerî derbas kirine berê bi penceşêrê ketibûn û ji ber nexweşiyê nikaribûn zarokan bînin.

Rudaw
Top