• Friday, 03 May 2024
logo

Sedî 40 kêmtir bixwe, 20 sal diçin ser temenê te

Sedî 40 kêmtir bixwe, 20 sal diçin ser temenê te
Çareseriya doktoran ji bo mirinê kêmxwarinî ye, xwarin bi rêjeya ji sedî 40 kêmtir, dikare temenê kesekî ji bo 20 salan zêdetir dirêj bike.

Lêkoler li enstîtuya pîriyê ya zanîngeha Collage li Londonê, çareseriyek bi pêş xistine ku hêviya wan wisa ye pîrbûnê nehêlin. Wan lêkolîn kiriye çawa zanista wîrasî û şêweya jiyanê bandorê dike li ser salên temen û çawa dikare çend salan ji bo temen bên zêdekirin.

Ew nexweşiyên ku rasterast pêwendiya wan bi temen ve hene dikare dijayetiya wan bê kirin, her wek nexweşiyên dil, penceşêr û pûçbûna damaran.

Yek ji aliyên lêkolînê hat terxankirin ji bo çawa jiyana mişkekî bi rêjeya ji sedî 30 hatiye dirêjkirin bi riya kêmkirina dayîna xwarinê jê re.

Lêkoler Dr. Biper dibêje: “Ger xwarina mişkekî bi rêjeya ji sedî 40 bî kêmkirin, bi rêjeya ji sedî 20-40 temenê wî dirêj dibe, di vir de behsa jiyana 20 salan a mirovekî jî dikin, ev ji hemû zindîwerekî rast e.”

Mişk û mêş bi rastî temenê wan dirêj dibe ger sîstema xwarina wan bê serastkirin û kêmkirin, hêvî jî heye ev ji bo mirov jî bi heman awayî be û bibe hoya dirêjkirina temenê mirov.

Dr. Biper dibêje: “Ger me ew şan dîtin, ku berprs in ji pîrbûna mirova, divê em bikarin pîrbûnê jî dereng bixin.”

Navbirî dibêje, tîma wî kariye temenê wan zindîweran dirêj bike, lê ev şêwe dikare hinek caran nexweşiya xurifînê bi mirovan re derxe.

Mebesta serekî ya tîma lêkoler ew e wan nexweşiyan kêm bike, ku proseya pîrbûnê xurtir dikin.

Ev lêkolîn jî li konferansa komeleya şahane ya Londonê tê pêşkêşkirin.

Rudaw
Top