• Thursday, 02 May 2024
logo

Dirêjtirîn zilamê cîhanê: Ez dixwazim bêjin Sultan Kurde

Dirêjtirîn zilamê cîhanê: Ez dixwazim bêjin Sultan Kurde
Zilamê cîhanê yê herî dirê kurdekî rûniştvanê bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê. Dixwaze serdana Herêma Kurdistanê bike û ji Rûdawê re got: “Ez ji ber hejarî û destkurtiyê nikarim.”

Sultan Kusen wekî zilamê cîhanê yê herî dirêj navê wî çûye nava pirtûka ‘Guinness World Recordsê.’ Sultan ji aliyê kanalên ragihandinê yên Tirkiyê ve wekî Tirk tê bi nav kirin. Sultan red dike ku Tirk be û dibêje: “Ez dilgiran nabim dema rojname dinivîsin, zilamê cîhanê yê herî dirêj Tirke, lê ez dixwazim bêjin Kurd e.”

Sultan di hevpeyvînek ligel Rûdawê de dibêje: “Pirsgirêka wî ya herî mezin destketina keçekê ye û ji bo bibe hevsera wî.” Sultan ji ber bejna xwe ya dirêj nikare ti karekê jî bike.

Rudaw
Top