• Friday, 26 April 2024
logo

Miss Polandaya berê: Miss Kurdistan dikare gelek tiştan biguherîne

Miss Polandaya berê: Miss Kurdistan dikare gelek tiştan biguherîne
Hewlên Kurdistanê yên berbi modernbûnê qunaxeke din jî derbaskirin ku di şeva 29`î Hezîrana 2012`an keçeke temen 19 salî bi navê (Şênê Ezîz Ako) weke yekemîn Şahciwana Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin. Şênê xelkê bajarê Raniyeye, lê niha li welatê Nerwîj dijî. Wê karî ji 11 beşdarbûyên din bibe ku hemû jî Kurdbûn û li Kurdistanê yan li derveyî welat dijîn.

Ev pêşbirkê li Hotêla Rotana ya bajarê Hewlêrê hat sazkirin û bêtiriya beşên pêşbirkên navnetewî têde hebûn, ji van; nîşandana bi bêtirî cilûbergekî û encamdana hevdîtinan ligel beşdarbûyan de. Lê beşa nîşandana bi cilûbergên melevaniyê têde nebû.

Nûnerê Kompaniyeya SNR ku ev pêşbirkê organîze kiribû, Roy Şalalla di vê derbarê de got "me ev pêşbirkê bi şêweyekê organîzekiriye ku guncayî be ligel urfûadetên Kurdistanê. Loma jî nîşandana bi cilûbergên melevaniyê têde tune, lê ya bi cilûbergên din em ê bibînin."

Li gor ax aftinên nivîskarê Kurd, Ferhad Pîrbal, ev pêşbirkê serbarî liberçavgirtina adetên kurdewarî jî pêngaveke giring bû bo Kurdistanê. Dr. Ferhad ku yek bû ji van 10 dadwerên ku Miss Kurdistan hilbijartin, dibêje "gelek tişt hatine guhertin û mirov di berê de qet bawer nedikir ku pêşbirkêyeke ji vê cûrê bê encam dayîn. Ev bûyera îşev gelekî giringtire ji hewldana wezîrekî bo pêşxistina rewşa jinan. Em xebat gelekî giringin, loma ez razî bûm ku bibim jûrî têde."

Tirê Omer (24) ku xelka Silêmaniyê ye, yek bû ji beşdarbûyên pêşbirka şahciwaniyê, di vê bawerê de ye ku ev hewldane bo ferehbûna rola jinê di civakê de. Tirê di vê derbarê de got "ez hest dikim em ji nihave azadin. Eger min weke mînak bistînî, ez melevanim. Ev jî belgeya vê yekê ku xelkê derdora min azadî dane min da vî karî pêkbînin û beşdariya vê pêşbirkê bikim û jinên Kurdistanê dehif bidim da beşdarî pêşbirkêyên spor, Miss Kurdistan û pêşbirkên di de bikin."

Beşdarbûyeke din navê wê Dêlîn Hafir Mizûrî bû ku mamosteya zimanê înglîziye li bajarê Hewlêrê. Vê got ku wê beşdarî vê pêşbirkê kiriye da îsbat bike ku jin dikare hem xweşik û hem têgihiştî be, lê nîgeran bû ku dadweran zêde giringî nedan karekterê beşdarbûyan. Dêlîn di vê derbarê de got "ez dizanim ev pêşbirka şahciwaniyê ye, lê ez rastî şokê hatim dema min dît ku yekemîn qunaxa derxistinê li ser bingeha xweşikiyê bû. Heyeta jûriyan tenê pirsa nav û temen kirin û ne tiştekî din. Ev jî ti derfetê nade te ku tu bersîva pirsyaran bidî."

Serokê Rêxistina START bo Îmkansaziya Jinan, Sefîn Elî wisa dibîne ku pêşbirkêyên şahciwaniyê hertim boçûnên nerênê û erênî jê derdikevin "bi nerîna fêmînistan ev jin tê nîşandan û tenê temaşeyî laşê wan dikin. Lê tu eger bixwazî derî û pencerên civakê vekî, wê demê hemû tişt wê derkevin û nabe tu destnîşan bikî kîjan başe û kîjan xirabe bo hemûyan. Niha civaka navnetewî pêşengiyê dike. Em jî divê biryar bidin ka em ligel wan diçin yan wê civaka me bi tena serê xwe bimîne."

Sefîn Elî got sûdên pêşbirkêya Miss Kurdistan vedigere bo rola şahciwanê "mumkîne ew guh nede mafên jinan û xwe nîşan bide, lê ez hêvîdarim ku keç nasnavê xwe bikarbîne bo mebestên baş û mafên jinan jî pêşde bibe."

Yek ji endamên komîteya jûriyên vê pêşbirkê, Agata Ziarek bû ku berê Miss Poloniya bû, vê got ku Miss Kurdistan dikare bibe dengê jinan bo bidestxistina mafên wan "her kes li te dinere. Ev dem jî derfeta te ya axaftinêye. Tu eger tiştekî baş pêkbînî, dikarî gelek tiştan biguherînê." Ziarek di vê bawerê de ye "ev tiştekî sirûştiye ku xelk temaşeyî xweşikiya jinê dikin û tu nikarî vê yekê biguherînê. Lê dikarî sûdê ji vê xweşikiyê bibînî û beşa meseleyên weke mafên mirov û jinan bikî ku ev jî gelekî giringe bi taybetî bo welatekî weke Kurdistanê."

Rudaw
Top