• Saturday, 27 April 2024
logo

Şîrdana asayî girêdanek heskirinê navbera dayîk û zarok, diafirîne

Şîrdana asayî girêdanek heskirinê navbera dayîk û zarok, diafirîne
şîrdana zarokan bi meh û salên jiyana zarokê ve girêdayî ye.

zarok ta şeş mehiya xwe,tenê şîrê dayika xwe dimije û li ser jîyan dibe, lê car caran hinek dayik xweşava sêvan darbasî nav şîrdana zarokê dikin.

Taybemendiyên şîrê dayikê

Taybetmendîya şîrdana asayî bi hin rewşên şîrê dayikê ve girêdayîye, di gel ku şîrê di febrîkan de çê dikin vîtamîn, pirotîn û gelek elementên din tevlî dikin û paqij tê parastin lê şîrê dayikê ji wan şîran hemiyan paqijtir û bi sûdetire, çimkî şîrê dayikê :

1 – Bi sivikay, di hundirê ûrde tê helandin û parçekirin, nîşana wê jî ewe ku pirotîn u elementên şîrê dayikê bi hesanî ji hêla zikê zarokê ve tên mijandin.

2 - Şîrê dayikê şîrekî herî paqije û mikrob nikarin derbasî nav vî şîrî bibin, ji ber ew di pêsîra dayikêde parastîye û zarok sere rast şîr ji pêsrên dayika xwe dimijînê.

3 – Pêpelûka germiya şîrê dayikê Her tim wek heve ( di nav bera 36,5 u 37,5 )deye ev yek pir bi sûdeye ji ber zarok çibi roj u çi bi şev şîrek, ku pêpelûka germiya wî weke hev ( ne germ û ne sar vedixwê ).

4 – gelek hêmenên tendûrustîya zarokê di şîrê dayikê de hene wek : pirotîn , gilobolîn ,vîtamîn ,şekir û hin elementên din, ev yek zarokê ji gelek nexweşîyan diparêze û berxwedana laşêwî hember nexweşîyan pirtir dike, bi taybetî nexweşîyên înfeksiyonî, kûlbuna rovîyan û hin nexweşîyên din .

5 - Şîrdana asayî girêdanek heskirinê di navbera dayik û zarokê de di afirîne , nîşanên vê yekê jî ewin : ku dayik di nîvê şevan de bi kêf u şahî ji xewa şêrîn radibe û li gazîya zaroka xwe xwedî dedike û wî ji pêsîra xwe têr dike ev yek hem hezkirineke bê sînor di navbera wan de di afirîne , hem jî aramîyekê dide wan .

6 – Du sûdeyên ekonomî jî yên şîrdana asayî hene :

A – Ekenomîkirina demê ji dêre .
B – Ekenomîkirina pera ji bav re .

Ji ber ku dayik tu demê li amadikirin û germkirina şîr winda nake, bav jî naçe bazarê şîr nakire çimkî her tim şîrekî germ, parastî, paqij û bi sûd li mal heye .

Xendan
Top