Hevrika şahciwana Kurdistanê bibîne
Evîn Reuf ku keça Silêmaniyêye, temenê xwe 23`ê salî ye û bejin û bala xwe 168 Sentîmitre û kêşa xwe jî 54 kîlo ye bû bi hevrika şahciwan.
Bi daxuyaniyekê digel Xendanê, Evîn kêfxweşiya xwe bo beşdarîkirina li wê pêşbirkê kir û daxwaz ji keçan kir ku beşdariyê li wê pêşbirkê bikin.
Evînê amaje bi şahciwana Kurdistanê Şinê Ezîz kir û got: Şinê mulkê Kurdistanê ye, hêvîdarim dûr li navçegeriyê û damargîriyê divê em şanaziyê pê bikin.
Piştî hevekê ji rêklam bo hilbijartina şahciwana Kurdistanê ji aliyê festîvala “Hele Erbîl”cara dawî di roja 28-29/6/2012`an demjimêr 12`yî şevê de li bajarê Hewlêrê li otêla Rotana, şahciwana Kurdistanê hate hilbijartin.
Şinê Akoyî ya temen 19 salî ku xelkê bajarê Ranyayê ye taca şahciwaniya Kurdistanê da serê xwe.
Xendan