• Friday, 26 April 2024
logo

Xerabûna diranan penceşêrê li dû xwe tîne

Xerabûna diranan penceşêrê li dû xwe tîne
Lêkolîneke pizîşkî li Swêdê kifş kir ku piştguhkirina diranan, herwiha peydabûna mîkrobên diranan, girêdayî mirina mirov a zû ye, ji ber ku mirov tûşî penceşêrê dike.

Lêkolîn diyar dike ku nexweşiya penceşêrê girêdayî piştguhkirina diranan e. Ev lêkolîn di navbera salên 1985 û 2009ê de li ser 1390 kesan hatiye kirin ku di dema rewşa wan a saxlemiyê hatiye çavdêrîkirin.

Piştî derbasbûna 24 salan di ser beşê yekê yê lêkolînê de, 58 kes ji wan mirin ku sedemê mirina 35 kesan penceşêr bû. Lêkoleran vedîtin ku yên ku jiyana xwe ji dest dane rêjeyeke zêdetir a mîkroban di diranên wan de hebû.

Navenda temenê wan kesan ji bo jinan 61 sal û ji bo mêran 60 sal bû. Dikaribû jin dema 13 salan zêdetir û mêr jî 8 sal û şeş mehan zêdetir jiyabana, lewma dikare bê gotin ku mirina wan berî dema xwe bû.

Rêveberê vê lêkolînê dibêjin: “Li gor encamên vêga, pirrbûna rêjeta mîkroban li ser pidû û diranan, herwiha mabûna wan heta demeke dirêj, xwedî bandor bû di derketina nexweşiya penceşêrê, lê hê jî pêdiviya me bi lêkolînên zêdetir heye ji bo diyarkirina faktorên bi awayekî hûrtir.”

Rudaw
Top