• Friday, 19 April 2024
logo

Zebeş Viagra ye

Zebeş Viagra ye
Çend made di zebeşê de hene ku li ser berfirehkirina gera xwînê û zêdekirina çalakiya sêksî weke Viagra bandore dikin.

Lêkoler diyar dikin ku madeya vioya ya xwarinê di zebeşan de heye, ku laykobin, beta carotin û stralini tê de hene, bi hev re laşê mirov bihêz dikin. Herwiha lêkoler dibêjin şiyana madeya stralin heye ku wek Viagra gera xwînê berfireh dike.

Cudahiya zebeş li gel Viagra ew e, wek wê tenê endamekî laş çalak nake, lê gera xwînê bi giştî xurt dike.

Zanayan rêjeyeke mezin a madeya stralin di qaşila zebeşan de dîtine, lê ji ber ku qaşila zebeşan nayê xwarin.

Ji sedî 93ê pêkhateya zebeşan av e, û laş ji ziwabûna havînê diparêze. Lêkolîneke Amerîkî jî dide zanîn ku madeyek di zebeşan de heye heman bandora Viagra dike û enerjiya mêran a seksê zêde dike.

Lêkolîn ji aliyê navenda başkirina şînkatî û fêkiyan a li ser zanîngeha Teksasê hatiye kirin û eşkere kiriye ku madeyên xwezayî di zebeşan de hene û ji bo saxlemiya malbatî bi kêr tên.

Herwiha lêkolînê eşkere jî kiriye ku di beşê derve yê zebeşê de stralin heye, ku bandoreke erênî li ser dil û gera xwînê dike û di heman demê de laşê mirov diparêze.

Ji sedî 0.5 protein, ji sedî 0.2 dohn, herwiha ji sedî 6.9 carbonhidrat pêkhateyên zebeş in û 21 kalorî didin laş.

Tê gotin jî ku di dema kirîna zebeşan de baştir e mirov destê xwe di ser de bibe û eger dengekî nizim jê hat, ev nîşana wê yekê ye ku nava wê nebûye av û berhemeke sor a bi tam tê de heye.

Rudaw
Top