• Friday, 05 July 2024
logo

Di merasîma definkirina xwe de av xwest

Di merasîma definkirina xwe de av xwest
Li welatê Brezîlya bûyereke balkêş ku aqilê însanan disekinîne çêbû. Zarokekî 2 salî bi navê Kelvin Santos piştî wî dikin darbestê de ku mirî ye û merasîma definkirina wî ye, zarok bang li bavê xwe dike û avê ji bavê xwe dixwaze.

Ew mirî bû, ji xwe dê û bavê wî ew biribûn cem doktor û doktor ji malbatê re gotibû ku 'ji ber nexweşiya zatûrê mirî ye' û malbat piştî zanîn kurê wan mirî ye, merasîma kurê xwe çêkirin. Lê berî merasîm bi dawî bibe, Kelvin Santos ku mirî ye û di darbestê de dirêjkiriye ji nişkanve radibe ser xwe rûdine û ji bavê xwe re dibêje "Yabo, tu dikare avê bide min."

Malbat û kesên li merasîmê şaşmayî dimînin, dikin qîr û zarok bilez dibin nexweşxaneyê. Lê vê carê bi rastî zarok mirî ye. Ji ber ku baweriya malbatê bi doktoran nemabû, piştî bendemayîna çend demjmêran kurê xwe defin dikin. Lê, malbatê der barê doktoran de doz vekir. Doktoran jî egera vejîna zarok diyar nekirin. Lê vekolîna egera vejîna zarok hatiye destpêkirin.

Avestakurd
Top