Biryare MISS KURDISTAN were çêkirin
Tê gotin ku piştî xelasiya festîvala hunerî ya “Halla Erbîlê” ku niha li bajarê Hewlêrê tê meşandin, li gor pêwer û pîvanên navneteweyî pêşbirkek ji bo şahciwana Kurdistanê bê pêkanîn.
Heta niha 15 kesan serî ji bo beşdariya vê pêşbirkê dane. Li gor zanyariyên gihiştine ajansên nûçeyan merc û standardê şahciwana Kurdistanê bi ser çend merc û standartan de hatine parvekirin, ji van rewşa rewşenbîrî, sipehîtî, pordirêjî, kepiyê (poz, bêvil) biçûk û bejinbilindî yên serekî ne.
Netkurd