• Thursday, 28 March 2024
logo

Mey ji AIDS bêtir xelkê dikuje

Gulan Media February 26, 2012 Corane
Mey ji AIDS bêtir xelkê dikuje
Lêkolîneke Brîtanî eşkere dike ku salane nêzîkî 2 milyon û 500 hezar kes bi sedema vexwarina alkolê dimirin. Her li gor vê lêkolînê vexwarina alkolê bi serê xwe ji nexweşiya AIDSê jî bêtir xelkê dikuje. Loma jî pêwîst e bo danîna sînorekî bo van berheman lihevhatineke navnetewî bê pêkanîn. Ev lêkolîn li Zanîngeha Oxford a Brîtaniya hatiye kirin û li gor vê lêkolînê rêjeya mirinên bi sedemên hînbûna vexwarina alkolê ji mirinên bi sedema AIDSê bêtir e.

Vexwarina alkolê gellek mirovan rastî rewşa hînbûn û hogiriya van vexwarinan dike û piştre jî mirov nikarin jê dûrkevin. Alkol herwiha gefê li jiyana mirovan jî dike.

Diyarbûna amarên bi tirs û lêkolîna Zanîngeha Oxfordê, lêkoler xistine rewşeke nîgeraniyê û ji Rêxistina Tendirustî ya Navnetewî xwestine ku mirov û welatan pêgîrî dokumentekî yasayî bike.

Lêkoler dixwazin ku Rêxistina Tendirustî bi rêya avakirina lihevhatineke navnetewî, ligel van welatan lêpirsînê bike ku vexwarinên alkolîk tê de bi şêweyekî xirab tên bikaranîn, herwiha li wan kesên ku bo vexwarina alkolê temenên wan biçûk e rê jî nagirin.
Top