• Friday, 29 March 2024
logo

Kurdek peykerekê bi 400 hezar dolar çê dike

Gulan Media February 22, 2012 Corane
Kurdek peykerekê bi 400 hezar dolar çê dike
Peykersazê Kurd yê navdar Şiwan Kemal li ser erkê kargeha Rolf Kaiser li Almanyayê peykerekê bi navê fiwara dadperweriyê çê dike. Dirêjahiya vê peykerê 4 metir e û dê li ser binkeyeke 3 metirî bê danîn. Hatiye zanîn ku birê têçûna vê peykerê 400 hezar dolar e û li ser erkê şaredariya bajarê Fupertalê Almanî û alîkariya gelê wî bajarî tê çêkirin.

Şiwan Kemal peykersazekî Kurd e ku li Almanyayê dijî û li ser çêkirina vê peykerê, daxuyaniyeke taybet da Xendanê û weha got: “Ev demek e min peykera Fiwara Dadperweriyê çê kiriye û biryar e ku di dema bê de li bajarê Fupertalê Almanyayê bê danîn. Min ew peykere li ser erkê şaredariyê û gelê bajêr çê kiriye û têşûna wê 400 hezar dolar e, çunkî madeyên ku bê hatiye çêkirin buha ne û ta demeke dirêj wek xwe dimînin.”

Li ser heyama ku peyker tê de hatiye çêkirin jî, Kemal da zanîn ku: “Min ev peykere di heft mehan de çê kiriye.”

Hêjayî gotinê ye ku Şiwan Kemal yek ji peykersazên Kurd yên bi nav û deng e, sala 1967`an li Silêmaniyê ji dayîk bûye, sala 1987`an dîploma xwe bi pileya yekem ji peymangeha hunerên ciwan ya Silêmaniyê wergirtiye û sala 1991`an jî lîsansa xwe ji beşa peykersaziyê ya akademya hunerên ciwan wergirtiye. Ev bû 13 sal in li Almanyayê dijî û ta niha jî pir peykerên bi nav û deng çê kirine ku li gelek welatên Ewrupayê û Amerîkayê hatine danîn.

Xendan
Top