• Tuesday, 16 April 2024
logo

‘Bavê Taykwandoya Cîhanê’ tê Kurdistanê

Gulan Media February 5, 2012 Corane
‘Bavê Taykwandoya Cîhanê’ tê Kurdistanê
Cîgirê serokê federasyona taykwando ya Iraqê, Husên Ebdurehman, diyar kir, bavê taykwando ya cîhanê, Kang Şîl Çang, dawiya vê mehê serdana bajarê Hewlêrê dike.

Husên Ebdurehman, ji AKnewsê re got, bavê taykwando ya cîhanê, Kang Şîl Çang, ku xelkê Kûriya Başûr e, dê dawiya sibatê were Hewlêrê û digel me rêketinekî îmze bike.

Ebdurehman, diyar kir, hatine kesên wek Kang bo Hewlêrê, bûyerek pir mezin e, ji ber ku ew xwediyê ezmûn û asteke dewlemend di warê werzişa taykwando de ye, ji ber vê jî, jê re dibêjin “bavê taykwandoyê”.

Cîgirê serokê taykwandoya Iraqê, da zanîn, Kang Şîl, dixwaze li Hewlêrê akademiyeke fêrkirina lîstikvanên taykwandoyê veke û li gorî plane dê salê du caran serdana Hewlêrê bike û dewreyên taybet bo rahêner û lîstikvanên taykwandoyê veke.

Serokê federasyona taykwandoya Kurdistanê, Ehmed Xurşîd jî got, Kang Şîl Çang, kesekî mezin ê cîhanî ye û nêrînên wî li bara takwandoya cîhanê de tê wergirtin, ji ber wê jî divê mirov ji vê rêketina federasyona taykwandoya Iraqê kêfxweş bibe.

Xurşîd, diyar kir, heke bi awayekî baş ev kar pêşve biçe, di nav 5 salan de, dê asta taykwandoya Iraqê pir pêş bikeve û emê jî sûd jê bibînin.

Kang Şîl Çang, 60 salî ye û xelkê Kûriya Başûr e. Çang xwediyê kemera reş a “9 dan” e. Bavê taykwandoya cîhanê, 10 sal e li Îranê kar dike.

AKnews
Top