• Thursday, 28 March 2024
logo

Belengaz zehmettir dikarin dest ji cigareyan berdin

Gulan Media January 31, 2012 Corane
Belengaz zehmettir dikarin dest ji cigareyan berdin
Lêkolînvanên Amerîkî dibêjin, lê xelkê belengaz bêtir girêdayî cigarekêşanê dibin û dest jê berdan jî bo wan zehmettir e. Heman tişt ji bo kesên dewlemend hêsan e.

Ev lêkolîn li ser 2700 kesên cigarekêş hatiye kirin û bi rêya guhertina nerîna wan, ew xistine bin çareserkirina destberdana ji cigarekêşanê. Piştî 3-6 heftiyan encamekî baş bidestxist û piştî sê mehan derket holê ku kesên îmkanên wan ên aborî baş in weke bazirganan bi rêjeya ji sedî 55 dest ji cigarekêşanê berdane. Herwiha bi rêjeya du car û nîvan ji vê kêmtir piştî şeş mehan vegeriyane ser cigarekêşanê. Li himber vê jî kesên ku îmkanên wan ên aborî xirab bûn, ji bo destberdana ji cigarekêşanê kêmtir îmkanên wan ên wergirtina çareserî û piştevaniya hebû.

Rudaw
Top