• Saturday, 20 April 2024
logo

Jineke Bengladişî endamê mêraniyê yê mêrekî jê dike

Gulan Media January 24, 2012 Corane
Jineke Bengladişî endamê mêraniyê yê mêrekî jê dike
Li başûrê Bengiladişê, polîsan ragihand ku jinekê bi birrîn û jêkirina endamê mêraniyê yê mêrekî, ku dibêje hewl daye bi kotekî seks ligel bike, xwe parastiye û wek belge ligel xwe bir bingeha polîsan.

Ev bûyer li gundê Mîrzapûr ku 200 km ji başûrê paytexta Bengiladiş Dakarê dûr e, qewimî.

Munco Bîgom, ku mêr kiriye û temenê wê di çilan de ye, got ku Mizml Heq Mazî, xwe avêtiye mala wê û xwestiye êrîş bike ser. Mazî ku ev tomet red kiriye, niha li nexweşxaneyekê ye.

Berdevkê polîs Ebû El-Xêr got: “Di cih de piştî başbûna rewşa wî ya saxlemiyê emê wî bigirin. Munco Bîgom, dibêje hewl daye êrişî min bike, endamê wî yê mêraniyê jî bi xwe re anîbû bingeha polîs, da rastgotina xwe îspat bike. Ev bûyereke nedîtî ye, cara yekê ye emê li ser bûyereke wilo bixebitin.”

Tometbar jî got ku pêwendiya wî ligel wê jinê hebû, jinikê di dema dawî de jê xwestibû herin Dakara paytext û li wir akincî bibin.

Herwiha Mizml Heq Mazî dibêje, ev daxwaza jinikê red kiriye û jê re gotiye ku nikare ji jin û zarokên xwe cihê bibe, wê jinê jî bi mebesta heyfhilanînê endamê wî yê mêraniyê jê kiriye.

Prof. Şeref El-Zeman ku diktorê neştergeriyan e li nexweşxaneyeke bajarokê Barîzal, daxuyand: “Me nikarî endamê wî jê re biçînin. Polîsan piştî çend saetan nû endamê wî anîn, vêga em bi dermankirina wî ve mijûl in da bikare mîz bike.”

Rudaw
Top