• Friday, 19 April 2024
logo

Şah ciwana Emerîka bo sala 2012

Gulan Media January 19, 2012 Corane
Şah ciwana Emerîka bo sala 2012
Di ahengeka ciwan û ji hejî da ewa li roja şembî ya borî li kumelgeha (Bilanit holyod Rîsurt and Kazînu) li bajêrê Lasfîgas da hetiye gêran, (Lara Kaybîlir) şah ciwana wîlayeta Wîskunsin, nasnavê şahـ ciwana Emerîka bu sala 2012-ê bidestxweve hîna.

Di vê hevrikiyê da 52 xaniman hevrikî kir û bu qonaxa dumahiyê 12 keçan hevrikî li ser bidestve înana nasnavê şahـ ciwana Emerîka dikir ku li dumahiyê da keça şeng û ciwan Lara Kaybîlir ev nasnave bidest xweve hîna.

Dezgehên ragehandinê ya Emerîkî diyar kir ku Lara Kaybîlir ewa jiyê wê 23 sal, piştî bi kirasê spî û kirasê ahengan yê reş li ser derecên şanoyê diyar bûy, û şiyanên wê di gutina Wîrayê da diyar kirîn, dadvanên vê hevrikiyê mendehoş kirin, ta ku tanca şahـ ciwana Emerîka bu ev sale bi destxweve hînay.

Şahـ ciwana nû helgira bawernama gotina Oprayê ji zankoya (Kartac Kuldic) li sala 2010 -ê ye. Zêdebarî bidestve hînana vî nasnavî, Larayê pêşîna xwandinê bi bihay 50 hizar dolaran bidestxweve hîna.

Şahـ ciwana Oklahoma (Bîtî Tumbsun) piştî şahـ ciwan Larayê li rêza duyê û şahـ ciwana Niyoyorik (Katlîn) ê û rêza çiwarê şahـ ciwana Arîzona û rêza pêncê şahـ ciwana Kalîfuriniya bidestve îna.

Hejî gutinê ye ku şahـ ciwana Emerîka bu sala 2011-ê Elîsa Kambanîla bu. Bu cara êkê hevrîkên destnîşankirin û helbijartina şahـ ciwana Emerîka li sala 1953-ê hatbu encamdan.

Rojnamawar
Top