• Friday, 19 April 2024
logo

Dayîkên ku qelew in, zarokên wan bi şekir dikevin

Gulan Media January 16, 2012 Corane
Dayîkên ku qelew in, zarokên wan bi şekir dikevin
Doktorên kolêja şahane ya Brîtanî hişyarî dan wan dayikên qelew ku berî dema dûcanîbûnê giraniya xwe kêm bikin; ji ber ku qelewî metirsiyê li ser wan û zarokên wan çêdike.

Ev hişyarî jî piştî lêkolîneke kolêja pizîşkî ya şahane ya Brîtanî ya taybet bi nexweşiyên jin û jidayikbûnê hat. Ew lêkoler dibêjin qelewbûn li cîhanê bi berdewamî zêde dibe, bi taybetî jî di nav jinên dûcanî de, ku qelewiya wan dibe sedemê nexweşketina şekir û stresa xwînê û zererê digihîne zarokên di zikên wan de. Bo vê yekê jî divê dê ji ber saxlemiya xwe û zarokên xwe giraniya xwe ya zêde daxine.

Di lêkolînê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku kêmkirina xwarinê û peyrewkirina sîstema recîmkirina giran bi mebesta daxistina giraniyê di dema dûcanîbûnê de zerereke mezin digihîne saxlemiya dê û zarokê jî û di wê demê de pêdiviya dayikan bi rêjeyeke zêdetir a xwarin û fêkiyan heye.

Lêkolînê kifş jî kiriye ku nêzîka ji sedî 35 jinên cîhanê di dema ducaniyê de giraniya wan zêdetir dibe û ev jî wan rastî metirsiyên cuda tine. Herwiha gellek caran jî pizîşk neçar dibin ku wan emeliyatan bikin. Pizîşk amaje didin wê yekê ku zarokên wan jinan di siberojê de zêdetir metirsî li ser wan heye ku bi nexweşiya şekir û qelewbûnê bikevin.

Rudaw
Top