• Friday, 29 March 2024
logo

Stephen Hawking mêjûya dawiya cîhanê dest nîşan kir!

Gulan Media January 9, 2012 Corane
Stephen Hawking mêjûya dawiya cîhanê dest nîşan kir!
Pisporê navdar yê gerdûnê Stephen Hawking dergehê gotûbêjeke din di rojeva pisporan û cîhanê de vekir.

Dîtin û ramanên Hawking ên nû der barê ka wê mirovayetî heta çend qonaxên din bijî de, di çapemeniya cîhanê de deng veda.

Pispor Hawking bi rêka înternetê tevlî konfrensa ku Zanko a Cambridge ji bo derbasbûna 70 saliya wî li dar xistbû bû û got "Jiyana mirovayetiyê girêdayî pêk hatina gera di navbera stêrkan e."

Her wiha got "Ne li jêriya lingên xwe, di hişê xwe de bi cih bikin ku li jora asîman dinêrin.

Ez guman dikim ku, eger em bi ser nekvin ji vê stêrka narîn wêdetir herin, em ê 1000 sal din li jînê bimînin."

Dîtin û nirxandina Hawking niha bûye mijara sereke di nava pispor û zanyarên gerdûnê de.

Avestakurd
Top