• Thursday, 28 March 2024
logo

"Erê ezê te berdim lê tuyê 20 milyon sterlînî bidî min"

Gulan Media January 4, 2012 Corane
Piştî hevjîniya 14 heyvan di navbera stêrê komêdiyayê Russell Brand û stêra popê Katy Perry, biryar dan ji hev cuda bin.



Ekterê Înglîzî Brand daxuyaniyek da çapemeniyê û got "Bi xemgînî radigihînim ku ez û Katy hevjîniya xwe bi dawî dikin.

Ez ê her dem hezkirina xwe ya jê re berdewam bikim û dizanim em ê dost bimînin."

Lê li gorî çapemeniya cîhanê, Brand ê temen 36 salî qebûl kiriye beramber 20 milyon sterlîn ji stêra popê a Emerîkî Katy Perry cuda bibe. Her du stêr li Hindistanê zewicîbûn.

Dema dizewicin tu peymanan di navbera hev de girê nadin. Lewma li gorî qanûnên Kaliforniya wê nîvê mal bigihê Brand.

Avestakurd
Top