• Friday, 29 March 2024
logo

Bûkê zêr di betaniyê de veşartibûn, xesûyê jî ew bi şaşîtî şandin WAN'ê

Gulan Media December 19, 2011 Corane
Bûkê zêr di betaniyê de veşartibûn, xesûyê jî ew bi şaşîtî şandin WAN'ê
Li Batmanê, xeletiyeke mezin hat kirin û zêrên dawetê, ji mexdûrên erdhejê re hat şandin...

Bûka reben zêrên xwe yên bi bihayê 30 hezaran, di nav betaniyeyê de veşart lê xwesîya wê bi nezanî ew betteniye şand Wanê.

Nuha ew, bi vê xeletiya mezin hasiyan. Malbata dilpaqij niha li Wanê li zêrên xwe digere û li benda alikariya xêrxwaza ne.

Berê jî li Batmanê xeletiyeka alîkariyê bûbû. Malbata Sudemîra Batmanî di nav balgîyê de zêrên bi buhayê nêzî 12 hezar lîreyan veşartibûn û şandibûn Wanê. Niha jî malbata Karahan di nav betaniyê de zêrê nezî 30 hezar lîreyan weke alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re şand. Mêrê bûkê nû miribû û vê carê jî xelata daweta xwe winda kir.

Alaaddîn û Adîl Karahan pismamê hev in. Ji bo zêrê xwe bibînin ji Batmanê hatin Wanê. Pêşîyê wan serî li şaredarîyê da, dûvre jî li miduriyeta rewşa acîl û AFADê ya Wanê dan.

Alaaddîn û Adîl Karahan derdên xwe ji rayedaran re vegotin û ji wan alîkarî xwest. Xeberenkurdî
avestakurd
Top